Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dê bê berfirehkirin 2023-10-12 10:37:03 STENBOL - Rêveberê KNK’ê Adem Ûzûn da zanîn ku pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ku dostên gelê kurd daye destpêkirin, dê bi aktîvîteyên weke seminer, konferans, konser, serdan û mitîngan bê berfirehkirin.    Dostên gelê kurd ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke mutleq de ye û ev 31 meh in agahî jê nayê girtin û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêngaveke nû dane destpêkirin. Di serî de li bajarê Strasbourgê yê Fransayê ku Konseya Ewropa (KA), Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) lê ne, ji bo temsîla temenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li 74 bajaran daxuyaniyên çapemeniyê hatin dayin. Ji çar aliyên cîhanê, akademîsyen, rojnamevan, rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî, parlamenter, aktîvîstên têkoşerên maf, fîlozof, kesên hêjayî xelata aştiyê ya nobelê hatine dîtin, nûnerên rêxistinên jinan û gelên xwecihî piştgirî dan pêngavê.    Endamê Konseya Rêveberiya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Adem Ûzûn têkildarî pêngavê nirxandin kirin.      Adem Ûzûn   PÊVAJOYA PÊNGAVÊ    Ûzûn, da zanîn bi banga “Komîteya Kampanyaya Ji Ocalan re Azadî ya Yekitiya Sendîkayên Ingilistanê” ku di sala 2016’an de hatiye avakirin starta pêngavê hate dayîn û wiha got: “Komîteyê piştî civîna di 26’ê tîrmehê de li Brukselê kir, biryar da ku divê xebatên heta niha kirine mezintir bibin û belavî her derê bibin. Li Strasbourgê têkildarî ku civînek li KA’yê bê kirin bang kir. Bi vê bangê re ji endamên Konseya Ewropayê bigirin heta saziyên sivîl ên civakî heta aktîvîstên jin bang li herkesê kirin ku tev li pêngavê bibin.”   Ûzûn, diyar kir ku piştî banga komîteyê, ji aliyê dostên gelê kurd ve “Platforma Ji Abdullah Ocalan re Azadî ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” hate avakirin. Ûzûn, anî ziman ku pêngava li 74 navendan hate destpêkirin xwedîderketineke zêdetir bi encam bûye û wiha berdewam kir: “Ji ber birêz Ocalan 74 salî ye hejmareke sembolik hate hilbijartin. Lê ji Asyayê heta Amerîkaya Latîn, ji Efrîkayê heta Ewropayê li gelek cihên cuda çalakiyên berfireh çêbûn. Herkesê xwest tev li van civînan bibe û hejmar gihişt 100’î. Ji ber wê çalakiyeke serkeftî çêbû.”   DAXWAZA BINGEHÎN: AZADIYA FÎZÎKÎ   Ûzûn, bi lêv kir ku daxwaza bingehîn ya hemû beşên di nava kampanyayê de cih digirin rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû jî dibêjin ku divê birêz Ocalan ji ber paradigmaya xwe ya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a li Rojhilata Navîn û pirsgirêkên gerdûnî re perspektîfa çareseriyê pêşkeş dike, azad bibe. Ji ber vê yekê bi dehan cihan bi tevlibûna sedan mirovan daxuyaniyên çapemeniyê hatin dayîn. Yek ji tişta herî girîng ku di civînên çapemeniyê de derket holê jî ew bû ku beşdarên ewropî ji bo peywîr û berpirsyartiya xwe naînin bicih û çavên xwe li dewleta tirk digirin ew rexne kirin. Diyar kirin ku vê yekê qebûl nakin û bang kirin ku saziyên Ewropayê peywîra bi cih bînin. Bi taybetî Komîteya Wezîran a KA’yê, YE, NY, rêxistinên mafên mirovan û parlamento vexwendin peywîrê.”   ‘PÊNGAV TENÊ DESTPÊKEK E’     Ûzûn, anî ziman ku hamleya hate destpêkirin tenê “destpêkek” bû û da zanîn ku wê pêngav bi gelek çalakî û aktîvîteyan berdewam bike. Ûzûn, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bêguman ev pêngav destpêkek e. Ji niha şunda dê ji parlamenter, rojnamevan, rêxistinên sivîl ên civakî û saziyên têkildar re name bên nivîsîn û hevdîtin bên kirin. Ji bilî van dê semîner, konferans û konser bên lidarxistin. Dê şande bên avakirin û saziyên têkildar bên ziyaretkirin. Dû re dê çalakiyên rûniştinê û mitîng bên rêxistinkirin. Niha nîqaşa dê ev çawa çêbin tê kirin. Ji bo pêngavê tişteke wiha jî kirine armanc; di çarçoveya armancê de dibêjin ‘Divê ewilî em tecrîdê rakin. Bi rakirina tecrîdê divê em azadiya Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd pêk bînin.’”   MA / Îbrahîm Irmak