Ciwanên enternasyonalîst hatin binçavkirin 2023-10-12 14:35:46 RIHA - 15 ciwanên enternasyonalîst ên li Rihayê xwestin tev li daxuyaniya têkildarî êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate lidarxistin bibin, hatin binçavkirin.  Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk bi armanca êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar bikin xwestin li Rihayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. 15 ciwanên enternasyonalîst ku ji bo tev li kongreya Partiya Çepên Kesk a di 15’ê cotmehê de bê lidarxistin bibin, ji welatên cuda yên Ewropayê hatin û ji bo hin rêzê serdanan li Kurdistanê ne xwestin tev li daxuyaniyê bibin.    BI ERDÊ RE HATIN KAŞKIRIN   Endamên partiyê yên li avahiya Rêxistina HDP’a Rihayê hatin gelhev, xwestin ber bi Navenda Kar a Ahmet Bahçivan ku daxuyanî li ber deriyê wê bê dayîn ve bimeşin. Lê polîs bi hinceta “qedexeya walîtiyê” heye bûn asteng. Endamên partiyê bertek nîşanî biryarê dan û destnîşan kirin ku qedexe “li dijî hiqûqê” ye.    Ciwanên enternasyonalîst jî ji bo tev li daxuyaniyê bin hatin ber deriyê avahiya partiyê. Polîsan bi hinceta “tevlibûna daxuyaniyê ya kesên biyanî qedexe ye” nehiştin ciwan bikevin avahiya partiyê. 15 ciwanên enternasyonalîst ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Enternasyonalîstên bi kelemçeya bi paş ve hatin binçavkirin, bi erdê re hatin kaşkirin û birin wesayîta binçavkirinê.  Girseya ku parlamentera Partiya Çepên Kesk a Rihayê Dîlan Kûnt Ayan di nav de jî di ketina avahiya partiyê de bi mertalan hate dorpêçkirin. Girseyê bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” bertek nîşanî dorpêçê da. Polîsan bi mertal, cop û gaza îsotê êrişî girseyî kir.    Polîsan xwest parlamenter Ayanê bi darê zorê ji nava girseyê derxînin. Ayan, bertek nîşanî dorpêçê da û axivî. Polîsan endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Lîvan Orman, Senem Erîş, Sadûllah Bîrcan û Mîzgîn Çîftçî ku di nava girseyê de cih digirtin, bi lêdanê binçavkirin.    Ayan a tevî êrişa polîsan axivî, êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.    15 ciwanên enternasyonalîst û ciwanên HDP’î yên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Bajêr.