Ciwanên enternasyonalîst şandin GGM’yê 2023-10-13 09:28:12   RIHA - Ciwanên enternasyonalîst ên li Rihayê bi tundiyê hatibûn binçavkirin, şandin Navenda Paşve Şandinê.    15 ciwanên enternasyonalîst ku duh xwestibûn tev li daxuyaniya li dijî êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin, bi tundiyê ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin. 15 ciwanên enternasyonalîst şandin Navenda Paşve Şandinê (GGM). 15 ciwanên enternasyonalîst ku ji bo tev li kongreya Partiya Çepên Kesk a di 15’ê cotmehê de bê lidarxistin bibin û ji bo hin rêzê serdanan li Kurdistanê ne û endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê Lîvan Orman, Senem Erîş, Sadûllah Bîrcan û Mizgîn Çîftçî di daxuyaniya şermezarkirinê ya duh de hatibûn binçavkirin.    ‘POLÎSAN GERDENA MIN A ZÊR DIZÎN’    Ciwan ewilî birin Qereqola Navendê ya Polîsan a Emîn Çavûş ya li navçeya navendî Halîliyeyê. Hate zanîn ku ciwanên 3 saetan bi kelemçeya bi paş ve di wesayîta polîsan de hatin rawestandin, ji bo dirûşm berzkirin hatine derbkirin. Ciwanan li ser vê yekê strana Bella Ciao (Çavbella) gotin. Hewldanên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û endamên Baroya Rihayê jî encam negirtin û polîsan kelemçeyên bi paş ve dernexistin. Polîsan ji bo îmaja telefona ciwanan bigire dest danîn ser.    Ciwanan di îfadeyên dan de giliyên polîsên tundî li wan kirine, kirin. Yek ji ciwanan Ariel Castagnieri, diyar kir ku gerdena wî ya zêr ji aliyê polîsê ku êrişî wî kir ve hate dizîn. Parêzer Alî Arslan ê dema îfade wergirtinê li cem Castagnierî bû, diyar kir ku li qada vekirî ya cemaweriyê dîmen kişandina polîsan qedexe nîne û xwest derbarê polîsan de lêpirsîn bê destpêkirin.    Yek ji ciwanan Caroline Forster jî anî ziman ku polîsan cihazê pîvana şekrê yê bi destê wê ve qetandine û ew birîndar bûye.    ŞANDIN GGM’YÊ    Ciwan piştî kirariyên wan ên îfadeyan şandin Şaxa Ewlehiyê ya Miduriyeta Polîsan a Bajêr. Li wir bi îdiaya “muxalefeta li dijî qanûna bi hejmara 2911’an” îfadeya ciwanan hate wergirtin. Ciwanên ku sûcdarî qebûl nekirin, îfadeya ku li qereqolê dan dubare kirin û giliyê polîsên îşkence li wan kirin, kirin. 15 ciwan piştî wergirtina îfadeyan şandin Navenda Paşve Şandinê (GGM) ya Koçê ya Bajêr.   Navên ciwanên ku şandin GGM’yê wiha ne: Ariel Castagnieri, Frederico Pastoris, Francesca Fabozzi, Luigi Botta, Lucia Troiani, Caroline Forster, Marin Nathan Gutierrez, Friederike Gilhaus, Kim Aileen Utsch, Thao My Nguyen, Fridolin Wagner, Laura Scholzel, Sarah Marisa Baecker, Marvin Brinkmann ve Taraneh Sanaei Parvar.   CIWANÊN DIN HATIN BERDAN   4 endamên Meclisa Ciwanan ên hatin binçavkirin jî piştî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan birin Miduriyeta Polîsan a Bajêr. Hate zanîn ku ev ciwan jî di wesayîta polîsan de rastî îşkenceya ciwanan hatine. Ciwanên ku hin cihên laşê wan reş û şîn bûn xwestin raporeke derbê ya nû bigirin lê ev daxwaza wan nehate qebûlkirin. Ciwanan piştî îfadeya li miduriyeta polîsan bêyî ku ji nexweşxaneyê rapora tenduristiyê bigirin, hatin berdan.    Li aliyê din 17 kesên li navçeyên Xelfetî û Curnê Reş hatibûn binçavkirin jî piştî îfadeya wan a miduriyeta polîsan hatin berdan. Hate zanîn ku li Xelfetiyê polîsan dîmenên kesên ku bi tundiyê hatibûn binçavkirin kişandine jêbirine.