Li Enqereyê herî kêm 20 kes hatin binçavkirin 2023-10-13 10:11:38   ENQERE - Li Enqereyê parêzerên endamên ÇHD’ê jî di nav de herî kêm 20 kes hatin binçavkirin.    Li Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê daye destpêkirin de polîsan avêt ser gelek malan. Seroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Enqereyê Bîlgî Topçû û endamên Komeleyê Ceren Yilmaz û Fatîh Gokçe jî di nav de herî kêm 20 kes di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin.    Sedema binçavkirin ango lêpirsînê nehat zanîn û binçavkiriyan birin Midûriyeta Polîsan a Enqereyê.