Li Qoserê êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin 2023-10-13 15:43:32   MÊRDÎN -  Li navçeya Qoserê êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi meşekê hatin şermezarkirin.    Li navçeya Qoser a Mêrdînê bi sedan kes ji bo bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidin, pankarta “Rojava Rûmeta Me Ye” vekirin û bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî Serok Apo” meşiyan. Girse ji gelek deverên bajêr be rbi Qada Azadiyê ve meşiya. Welatiyên li derdorê jî bi çepik û tilîliyan piştgiriya wan kirin û ajovanan jî bi qorneyê piştgiriya xwe dan der.    Gava girs egihîşt qadê rastî astengiyên polîsan hatin. Lê ji ber ku welatiyan li ber xwe da û şêniyên li derdorê jî ji şaneşînên malên xwe û li ser banên xwe piştgiriya xwe dan der, êrişa polîsan pûç bû û meş li kuçeyan dewam kir.   Girs epiştî meşê belav bû.   Hat hînkirin ku di êrişa polîsan de ya li meşê, gelek kes hatine binçavkirin.