ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2023'YAN 2023-10-14 09:00:24   * Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Filîz Budak diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser tevahiya Kurdistanê li ser bingeha tunekirina kurdan pêk tên û got: “Li aliyekî bi quranê sond dixwe û li aliyekî din jî fermana kuştina kurdan dide.”   * Jinên ku tev li kargeha ekolojiyê ya li navçeya Silopiyayê bûn, diyar kirin ku kar û barên şaredariyan bi paradigmaya xwezaparêziyê pêkane û wiha gotin: “Divê ku di avakirina bajarên hêşîn de pêşengtiyê jin bikin.”    * Yakûp Akman ê ku şewata li Daristana Aydosê ragihand îtfaiyeyê, çendî Dadgeha Bilind biryara der barê wî de xera kir jî, dadgehê cezayê muebedê lê birî.    * Parêzer Alî Arslan diyar kir ku biryara deportkirinê ya der barê ciwanên enternasyonalîst de ku hatin binçavkirin û sewqî Îdareya Koçberiyê ya Kirklareliyê hatin kirin, xwe disipêre giştînameya Emniyetê ya ji aliyê Şûraya Dewletê ve hatiye betalkirin û got: "Em ê ji ber sûcên dizî, îşkence û birîndarkirinê yên polîsan giliyê polîsan bikin."    * Jinên ku bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan, diyar kirin ku Tirkiye sûcê li dijî mirovahiyê û şer kiriye û li dijî êrişan îşaret bi têkoşîna hevpar kirin.    * Xizmên Windakiriyan û rêveberên ÎHD'ê dê li Amed û Êlihê çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û faîl werin darizandin" bidomînin. (11.00-12.00)   * Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta xizmên xwe bipirsin û faîl bên darizandin dê di hefteya 967’emîn de çalakiya xwe li dar bixin. (12.00)   * Şaxên ÎHD'ê ji bo piştgiriyê bidin Dayikên Şemiyê dê li gelek bajaran daxuyaniyan bidin. (12.00)   * Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdû yê 9 sal berê di encama êrişa çekdarî ya DAIŞ’ê de hate qetilkirin, dê li ser gora xwe ya li Edeneyê bê bibîranîn. (13.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 603’yemîn a çalakiya “Rûniştina F” de li dar bixe. (13.30)   * Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 475’emîn de li ber Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.30)   * Platforma Jinan a Îzmîrê dê têkildarî şer û xizaniyê li ber Îskeleya Keştiyan a Konakê daxuyaniyê bide. (14.00)