'Di avakirina bajarên hêşîn de wê jin pêşengtiyê bikin' 2023-10-14 09:03:27   ŞIRNEX -  Jinên ku tev li kargeha ekolojiyê ya li navçeya Silopiyayê bûn, diyar kirin ku kar û barên şaredariyan bi paradigmaya xwezaparêziyê pêkane û wiha gotin: “Divê ku di avakirina bajarên hêşîn de pêşengtiyê jin bikin.”    Meclisa Jinan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk ve bi minasebeta amadekariyên hilbijartina xwecihî ya sala 2024'an bi dirûşmeya “Di rêveberiyên herêmî de polîtîkayên jinan” komxebat li dar xistin. Jinên ku di komxebatê de tev li kargeha ekolojiyê bûn têkîldarî talankirina xwezayê û di rêveberiyên xwecihî de avakirina bajarên hêşîn axivîn.   ŞAREDARIYÊN HÊŞÎN   Rêvebera Komeleya Piştevaniya Jinê ya Denîz Yildiziyê Nîlûfer Sayilan diyar kir ku şaredariyên hêşîn bi paradigmaya xwezaparêziyê pêkane û wiha axivî: “Di rêveberiyên herêmî de, girîngiya şaredariya heşîn û hişmendiya pergala ekolojîk bi hev ve girêdayî ne. Ji ber vê yekê şaredarîiyên hêşîn xwedî girîngiyeke mezin in. Beriya her tiştî feraseta şaredariya heşîn, şaredariya ekolojîk, tê wateya şêwazeke rêveberiyê ya li ser domdariya ekolojîk û civakî. Ji bo vê jî divê pratîkên rêveberiya bajêr ên adilane bên pêşxistin. Hişmendiya şaredariya hêşîn di heman demê de rêgezek rêveberiya adil, şefaf û beşdar dipejirîne. Û divê ku nêzîkatiyeke şaredariyê ya ku zirarê nede ekolojî û xwezayê û di heman demê de mafê xwezayê nas bike, bi rastî hewcedariya me bi vê heye. Ger em vê pergalê ava bikin divê ku ewilî em jin gotina xwe tê de bibînin. Helbet di vir de avakirina temsîliyeta wekhev pir girîng e.    Dema ku şaredariyên herêmî, meclisên taxan û meclisên bajaran projeyek bi kar tînin û pêşkeş dikin divê ku di serî de vê bi jinan, astengdaran, LGBTÎ+, zarok û mezinên civakê re jî nîqaş bikin. Û bi van nîqaşan dikarin projeyên hawirdorê pêk bînin. Rapora ÇED'ê ji her projeyeke şaredariyê re ne derbasdar e, çi nûkirina pergala avê be, çi guhestina enerjiya rojê be, çi li cîhek avahiyek be divê ku were çêkirin. Lê divê hemû şaredarî di projeyên xwe de bandora jîngehê bikin û li gorî wê projeyên xwe dîzayn bikin. Xurtkirina ekolojiyê û kêmkirina wêrankirina xwezayê di rastiyê de tê wateya avakirina feraseta wekheviya zayendî.”   ‘SERMAYEYÊ BI QEYÛMAN RE PIREK ÇÊKIR’    Hevseroka Odeya Plangerên Bajêr a TMMOB’a Mêrdînê Bêrîvan Gûneş jî anî ziman ku di plansaziya bajaran de rêveberiyên xwecihî roleke girîng û bi bandor dilîzîn û wiha got: “Bi taybetî jî piştî pêvajoya pêvçûnan a sala 2016’an gelek bajar hatin wêrankirin an jî hewl hat dayîn ku bên hilweşandin. Piştî rûxandina bajaran me her tim got ku di sala 2016’an de hinceteke ewlekariyê ji qanûna bi hejmara 6306’an re hatiye derxistin. Û ji ber vê sedemê di bin navê ewlehiyê de bajar ji veguherîna bajaran re hatin vekirin. Sermayeya ku heta van salan jî nekarî bikeve bajarên Kurdistanê bi qeyûman re ji xwe re pirek çêkir û sermaye bi temamî ket erdnîgariya Kurdistanê û hemû cih veguherandin TOKÎ’yan. Hemû qadên hêşîn wêran kirin û talan kirin, bi rêya wezaretê qadên madenê hatin vekirin û daristanên me hatin tunekirin.”   DI PLANSAZIYA BAJARAN DE ROLA JINAN   Gûneş, da zanîn ku avakirina bajarên hêşîn bi pêşengiya jinan pêkane û wiha pê de çû: “Jin zindiyên ku her tim bi xwezayê re di nav têkiliyê de ne. Piştî têkoşîna jinan a li dijî TOKÎ'yan a pêvçûnên Nisêbînê û veguherîneke bajarî pêk hat û bajêr bi temamî di bin betonê de hatin hiştin. Û dema bajar di bin betonê de hatin hiştin, tu qadên jiyanê nehatin vekirin. Beriya ku sermaye neketibû Nisêbînê jinan bajar veguherandibûn cihekî. Wan ew çawa veguherand? Ji ber ku têkiliya wan bi xwezayê re heye, pêşî tenûrên ku nirxên çandî û nasnameya bajêr in û baxçeyên bajêr çêkirin. Ji ber ku têkiliya jinan bi xwezayê re xurt e.   Her wiha qadên hevpar ên civakê hatin afirandin. Tevî hewldanên jinan tune bikin jî bajar di betonê de binixumînin jî jinan di mekan û malê de heps bikin jî, jin li beramberî vê sekînin û bi paradîgmaya ekolojîk jiyana xwe ya bajaran ji nûve teşe dikin. Jin plansazên bajaran ên xwezayî ne. Jin mîmariya bajêr çêdikin, jin şekil dide mekan û ji ber vê yekê em dibêjin ger bajarek ji nûve bê avakirin, an jî cîhek ji nû ve bê avakirin divê pêşengiya wê jin bikin. Divê ku em li dijî modernîteya kapîtalîst, modernîteya demokratîk pêk bînin.”   MA / Zeynep Dûrgût - Mehmet Guleş