Ji ber şewata ku tu eleqeya wî pê tune ye cezayê muebedê lê birîn 2023-10-14 09:04:08   STENBOL - Yakûp Akman ê ku şewata li Daristana Aydosê ragihand îtfaiyeyê, çendî Dadgeha Bilind biryara der barê wî de xera kir jî, dadgehê cezayê muebedê lê birî.    Di 19'ê îlona 2019'an de li Pendîka Stenbolê agir bi Daristana Aydosê ketibû. Di dema şewatê de Yakûp Akman jî li wir bû. Akman paşê bi îdiaya "bi fermana rêxistinê agir bi daristanê xistiye" hatibû girtin. Akman ku gava çav bi şewatê ketibû û îtfaiye jî di nav de telefonî gelek saziyên fermî kiribû, wê rojê hatibû binçavkirin. Lêpirsîna der barê Akman de, piştî parvekirina li ser platforma Twitterê (X) a bi navê "Ciwanên Kurdistanê yên Hêrsoyî" ku gotibûn "Yekeyên me agir bi qada daristanî ya li Kûrtkoy a Pendîkê xistin" dewrî Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Stenbolê hatibû kirin. Di çarçoveya lêpirsînê de Akman hatibû girtin û ew şandibûn Girtîgeha Sîlîvriyê.   Bi îdiaya "endamtiya rêxistnê" û "di çaçroveya xebatên rêxistinê de şewitandina daristanê" îdianame hat amadekirin.    CEZAYÊ MUEBEDÊ   Çendî hatiye tespîtkirin ku Akman ji bo tefandina şewatê di serî de li îtfaiyeyê û gelek saziyên fermî yên dewletê geriyaye û dadgehê beriya danişîna biryardayînê diyar kiriye ku dibe ku mahiyeta sûc bê xerakirin jî, lê bi sûcê "xerakirina yekpareyiya dewletê" parastineke pêvekî jê hat xwestin. Û çendî doz bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibe amadekirin jî, lê bi îdiayên wekî "xerakirina yekpareyiya dewletê" û "di çarçoveya xebatên rêxistinê de şewitandina daristanê" hat domandin.    Di darizandinê de hat xwestin ku bi îdiaya "xerakirian yekpareyiya dewletê" cezayê muebeda girankirî" û bi îdiaya "di çaçroveya xebatên rêxistinê de şewitandina daristanê" jî 25 sal ceza li Akman bê birîn. Her wiha îtiraza parêzeran a li Dadgeha Edliye ya Herêmê jî hat redkirin.    DADGEHA BILIND CEZA XERA KIR   Lê Daîreya Ceza ya 3'yan a Dadgeha Bilind jî di 19'ê cotmeha 2022'yan de 25 sal cezayê li Akman hatibû birîn pesend kir û cezayê muebed agirnakirî xera kir. Piştî vê biryar hat dayîn ku Akmen jinû ve bi îdiaya "xerakirian yekpareyiay dewletê" bê darizandin. Darizandina jinûve di 26'ê çileya 2023'yan de dest pê kir û di 11'ê Cotmehê de danişîan biryardayînê hat lidarxistin. Di danişîan biryardayînê de careke din cezayê muebedê hat birîn.    NAVÊ AKMAN DI NAV NAVAN DE TUNE   Parêzerê Akman, Nûrettîn Kûzû anî ziman ku di danişîna biryardayînê de kesên ku hesabê "Ciwanên Kurdistanê yên Hêrsoyî" bi kar anîne û nêzî 8 meh berê hatine girtin û sûd ji "poşmanîyiyê" girtine navên kesên agir bi daristanê xistine dane. Kûzû bilêv kir ku di nava wan navan de navê muwekîlê wî Akman tune bûye û got ku wan xwestiye kesên ew hesab bi kar anîne wekî şahid bên guhdarkirin, lê belê heyeta dadgehê vê daxwaza wan qebûl nekiriye.    Parêzerê Akman Nûrettîn Akman anî ziman ku di darizandina ewil de cezayê muebeda girankirî yê li Akman hat birîn, darizandin di asta Dadgeha Bilind de bi "endamtiya rêxistinê" hatiye kirin lê belê ceza bi îdiaya "xerakirina yekpareyiya dewletê" hatiye birin" û ji ber vê Dadgeha Bilind ji ber usûlê ceza xera kiriye. Kûzû diyar kir ku Dadgehê di biryara xwe de gotiye ceza bi parastina pêvekî nayê birîn û gotiye divê îdianame li gor xala ku ceza hatiye birîn bê amadekirin. Kûzû anî ziman ku gava îdianame li gor vê bê amadekirin wê gavê ceza tê birîn, lê belê ev jî li dijî rêgeza "berê ravekirina beyanê" ye.    Kûzû ragihand ku ji ber vê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dane, lê belê AYM'ê jî bi hinceta "neqebûlkirinê" serlêdana wan red kiriye.    Kûzû diyar kir ku piştî biryara xerakirinê ya Dadgeha Bilind dadgehê di darizandina duduyan de bêyî îdianameyê amade bike parastinê wergirtiye, lê belê dadgehê pirsiye "qey îdianame ji min re nehatiye?" Kûzû da zanîn ku îdianame di danişîna sêyemîn de hatiye û di danişîan çaran de jî parastin kirine. Kûzû destnîşan kir ku wan xwestiye ku bê lêkolînkirin ku hesabê "Ciwanên Kurdistanê yên Hêrsoyî" ji aliyê kê ve hatiye bikaranîn, hemû materyalên dîjîtal ên muwekîlê wî bên desteserkirin û bê lêkolînkirin ku ka hesabekî wî yê wiha heye yan na û doza qeydên 10 salan ên muwekîlê wî kirine û bê vekolandin ka derketiye derveyî bajêr yan na.    Kûzû bilêv kir ku cara ewil e ku dozgerek hemû daxwazên wan qbeûl kirine, lê belê vê carê jî dadgehê daxwazên wan red kirine. -   DÊ ÎTIRAZ BIKIN   Kûzû ku got "Ger muwekîlê min ne kurd bûya; rîzeyî an jî trakyayî bûya, dê heman tişt nekirana. Belkî wê rojê nehata binçavkirin jî" destnîşan kir ku ev biryara polîtîkaya "cihêkariyê" ya li hemberî kurdan e.    Kûzû da zanîn ku di destê wan de delîleke nû heye û dê dosyeyê ji temyîzê re bişînin û got ku divbe ku Dadgeha Bilind dosyeyê xera bike. Her wiha Kûzû got ku 25 sal ceza hatiye birîn jî ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandine.    MA / Rûkiye Adiguzel