Li Hatayê polîsan bi ser konteyniran de girtin 2023-10-14 09:51:49   HATAY - Polîsan li navçeyên Defne û Samandagê bi ser konteyniran de girtin. Di encama serdegirtinê de rêveberê ÎHD’ê Salman Altingoz di nav de gelek kes hatin binçavkirin.     Polîsan îro serê sibê bi ser konteynirên di nava Qada Jiyanê ya li Taxa Çekmece ya girêdayî navçeya Defne ya Hatayê de girtin. Hate diyarkirin ku di serdegirtinê de polîsan tiştên di nava konteynirê de belavkirine û deriyên konteyniran hatine texrîbkirin.   Hate diyarkirin ku di serdegirtinan de endamê Lijneya Rêveberiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Hatayê Salman Altinoz di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Hate zanîn ku kesên hatine binçavkirin bi kelemçeya bi paş ve hatine derbkirin.    Derbarê sedema binçavkirinê agahî nehate wergirtin.    Hate ragihandin ku li navçeya Samandagê jî polîsan bi ser Şaxa Egîtîm Senê ya Samandagê û hin konteyniran de girtine û hin kes hatine binçavkirin.