Dayikên Şemiyê hatin berdan 2023-10-14 20:56:26   STENBOL- Di çalakiya vê hefteyê ya Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê de, 24 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin hatin berdan.   Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan xwestin vê hefteyê jî çalakiya xwe li Qada Galatasarayê li dar bixin. Lê belê polîsan nehişt û ew kelemçe kirin û binçav kirin. 24 kesên hatin binçavkirin hatin berdan.   Navê kesên hatin binçavkirin wiha ye: "Eren Keskin, Leman Yurtsever, Hanife Yıldız, Maside Ocak, Besna Tosun, Ali Newroz Tosun, Hasan Karakoç, Mikail Kırbayır, Ali Ocak, Oya Ersoy, Gülseren Yoleri, Hünkar Yurtsever, Doğan Özkan, Ayşegül Devecioğlu, İsmail Yücel, Aydın Aydoğan, Hatice Onaran, Gülendam Özdemir, Salim Derelioğlu, Cüneyt Yılmaz, Nazım Dikbaş, Mustafa Emin Büyükcoşkun, Sevim Sancaktar û Sevilay Aydemir.”