Otobûsa rêwiyan wergeriya: 2 kes mirin û 25 kes birîndar bûn 2023-10-15 08:37:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Gurunê otobûsa rêwiyan wergeriya. Di qezayê de 2 rêwiyan jiyana xwe ji dest dan û 25 jî birîndar bûn.    Otobûsa rêwiyan a bi plakaya 44 AK 213’an Van Golu Turîzmê ku sefera Stenbol-Wanê dike, li derdora herêma Yazyurdu ya navçeya Gurunê ya Sêwasê wergeriya. Piştî qezayê, komên tenduristiyê, agirkujiyê û cendirmeyan li cihê bûyerê hatin veguhestin. Koman, pacên otobûsê şikandin û rêwiyên asê mayîn derxistin.    Li gorî agahiyên destpêkê, di qezayê de 2 rêwiyan jiyana xwe ji dest dan û 25 kes jî birîndar bûn. Rêwiyên birîndar rakirin nexweşxaneyê derdorê.