13 salan di girtîgehê de ma: Weke ku hê jî 18 salî bim 2023-10-15 09:03:49 RIHA - Alî Erden ku piştî 13 salan ji girtîgehê hat berdan destnîşan kir ku girtîgeh bûne "navendên îşkenceyê" û girtiyên nexweş û hemû girtî bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû ne û tecrîda li girtîgehan belavî ser hemû civakê bûye.    Alî Erden di 11'ê sibata 2011'an li Dîlokê de tevî 20 kesan bi bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hate binçavkirin û girtin. Dema Erden hatî girtin, 18 salî bû. Erden, piştî 13 salan di 20'ê îlonê de ji Girtîgeha Tîpa T a Edeneyê tehliye bû. Erden ku di 18 saliyê de girtîgehê nas dike û di 31 saliya xwe de derdikeve. Heya niha li girtîgehên Dîlok, Hîlwan û Edeneyê hatiye ragirtin. Tevî cezayê wî di 21'ê hezîranê de qediya jî ji aliyê Desteya Îdare û Çavdêriyê ve berdana wî 3 mehan hat dirêjkirin. Erden ku temenê wî yê ciwan li girtîgehê derbas bû qala serpehatiyên xwe ya li girtîgehê kir.    Erden girtîgeh weke “navendên tecrîdê” pênase kir û bi lêv kir ku tecrîda li girtîgehan dest pê kir belavî ser hemû civakê bûye. Erden wiha got: "Girtîgeh cihê ceribandinê ye û her tiştî li wir tînin serê mirov. Heman tişt li ser civakê jî ferz dikin. Ji ber vê yekê divê li girtîgehên ku çavkaniya pirsgirêkan in çareseriya civakê jî li wir bê destpêkirin.”    Alî Erden   'HIQÛQ LI GIRTÎGEHAN TUNE YE'   Erden anî ziman ku qanûn û hiqûq li girtîgehan di meriyetê de nînin û wiha got: “Bi taybetî bi qanûna înfazê ya di du salên dawî de hat derxistin, cezayên girtiyên ku cezayê wan bi dawî bûye bi awayekî derhiqûqî tên dirêjkirin an jî înfazên wan tên taloqkirin. Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê, girtiyan ji nû ve didarizînin û biryarê dide ka ew kes xwedî tevger e an na. Yanî tevî cezayê girtiyan diqede jî ev lijne cardin darizandinê dike û înfaza girtiyan dirêj dike. Her çend rewşeke ku berdana girtiyan bê dirêjkirin tune be jî ev lijne bi biryarên siyasî bi awayekî li dijî hiqûqî nahêle girtî bên berdan. Tevî ku di qanûnan de dirêjkirina girtina girtiyên siyasî nîn e jî nayên berdan. Mesela berdana min ji ber nêrîna min siyasî sê mehan dirêjkirin. Her wiha girtî ji ber ku tev li aktivîteyên girtîgehê weke spor, pirtûkxanê û hewd. ne bûnê tahliyeya wan tê dirêjkirin. Lê ne ku girtî bi kêfî tev li van aktîvîteyan nebûne ji ber ku ev aktîvîte ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatine sînorkirin, girtî nikarinê tev li van aktîvîteyan bibin."   'GIRTÎ JI BER LÊGERÎNA KÊFÎ NAÇIN NEXWEŞXANEYAN Û DADGEHÊ'   Erden diyar kir ku girtî ji ber lêgerînên keêfî naçin dadgehê û nexweşxaneyan û got: “Dema girtiyan dibin nexweşxaneyan an jî dadgehan, leşker lêgerîna nava dev dikin. Ev yek rûmeta mirovan binpê dike. Girtî ji bo nekevin rewşeke bi vî rengî naçin dadgehê û nexweşxaneyan. Ev rewş ji bo girtiyên nexweş pirsgirêkek cidî derdixe holê."   'GIRTIYÊN NEXWEŞ BI PIRSGIRÊKÊN CIDÎ RE RÛ BI RÛ NE’    Erden destnîşan kir ku girtiyên nexweş li girtîgehan bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû ne û wiha axivî: “Girtiyên bi astengiyên bedenî û nexweşên giran nikarin biçin nexweşxaneyê. Divê raya giştî, saziyên sivîl û rêxistinên mafên mirovan li hemberî vê yekê bikevin nava liv û tevgerê. Ji ber ku di tîpên F’yê de 3 girtî hene, girtî li gel nexweşiya xwe bi zextên psîkolojîk re jî rû bi rû dimînin. Ev rewş girtiyên nexweş bêtir nexweş dike. Ji ber ku girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyan, bi rêkûpêk tedawiya wan nayê kirin û dermanên wan nadin wan bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû dimînin. Ji ber şert û mercên girtîgehê, nexweşiyên girtiyên nexweş girantir dibin û jiyana wan di xetereyê de ye."   'HÊ JÎ WEK KU 18 SALÎ BIM’    Erden destnîşan kir ku di girtîgehê de her tim di nava perwerdehiyê de bûne û wiha domand: “Perwerde me xurt dikir. Ev yek dike ku em li ser pêya bimînin. Me her tim pirtûk dixwand. Yanî pirtûk jî bûbûn hevalê me yên girtîgehê. Ji bo em xwe di warê fikr û raman û hemû zanyariyan de li pêş bixin, em her tim di nava hewldanan de bûn. Ji ber vê yekê me li dijî zext û tundiyan dikaribû li ser pêya xwe bigirin. Ez di 18 saliya xwe de ketim girtîgehê lê niha 31 salî me, niha ji wek ku 18 salî bim.”    13 SALÊN GIRTÎGEHÊ    Erden di dawiya axaftina xwe qala 13 salên xwe yên li girtîgehê kir û wiha got: "Helbet derve û girtîgeh nabin wek hev. Hê jî baş hînî derve nebûme. Di girtîgehê de herî zêde min bêriya malbatê û civakê dikir. Di girtîgehê de her kes bi tiştekî re mijûl dibû. Ya min jî ji bilî pirtûkan tembûr bû. Di girtîgehê de hînî tenbûrjeniyê bûm.”    MA / Mahmut Altintaş