Pevçûnên di navbera Îsraîl-Filistînê de di roja 9'an de berdewam dikin 2023-10-15 11:48:37 NAVENDA NÛÇEYAN - Şerê di navbera Filistîn û Îsraîlê de 9 roj li pey xwe hişt. Hejmara miriyan a li Gazeyê derket 2 hezar û 329 kesan. Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji 7’ê cotmehê heya niha 286 leşkerên wan di şer de hatine kuştin.  Şerê di navbera koma Hamas a Filîstînê û Îsraîlê ê ji 7’ê cotmehê heta niha didome. Bîlançoya şer roj bi roj girantir dibe. Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Gazeyê, di êrişên Îsraîlê de 114 filîstiniyên din jî jiyana xwe ji dest dan. Wezaretê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 800 kes birîndar bûne û kesên jiyana xwe ji dest dayîn jî piranî jin û zarok in.    Di malpera artêşa Îsraîlê de hat ragihandin ku 7 leşkerên wan ên din di şer de jiyana xwe ji dest dane. Li gorî televizyona Kanal 12’an jî di pevçûnên ji 7’ê cotmehê de heya niha de 286 leşkerên Îsraîlê jiyana xwe ji dest dane.  Hatibû ragihandin ku di êrişekê de hezar û 300 îsraîliyan jiyana xwe ji dest dabûn û 3 hezar 436 jî birîndar bûbûn.    DSO: CEZAYÊ KUŞTINÊ    Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (DSO) bi daxuyaniyekê zexta Îsraîlê ya ji bo valakirina nexweşxaneyê li Gazeyê şermezar kir û ev yek ji bo nexweş û birîndaran weke “cezayê kuştinê” pênase kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku valakirina nexweşxaneyê dê rewşa heyî ya însanî xirabtir bike, tenduristiya gel têxe talûkeyê û ev tişt hatin parvekirin: "Ji ber ku kêm cih hene, nexweş li korîdor û kolanên nêzî nexweşxaneyê tên dermankirin. Li bakurê Gazeyê ji du hezar zêdetirî birîndar tên dermankirin. Nexweşxane bi kapasîteya xwe ya herî zêde dixebite. Nexweşxane nikare ji hejmara birîndaran a her ku diçe zêdetir dibe re bibe bersiv. Valakirina Nexweşxaneyê û veguhestina başûrê bajar, ji bo birîndaran tê wateya cezayê kuştinê."    HEVKARIYA HAMAS Û ÎRANÊ   Serokê buroya siyasî ya Hamasê Îsmaîl Haniye destnîşan kir ku ew bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Emîrabdullahiyan re civiyane. Li gorî nûçeya Reutersê;  di hevdîtinê de her du aliyan geşedanên li ser Gazeyê nîqaş kirine û di mijara domandina hevkariyê de li hev kirine.