Peyamên cîhanê yên ji bo kongreya Partiya Çepên Kesk 2023-10-15 14:11:22 ENQERE - Di serî de Konseya Ewropayê, ji gelek welatan ji bo kongreya Partiya Çepên Kesk peyam hatin şandin. Di peyaman de bal kişandin ser zextên îktîdarê yên li ser gelê kurd û muxalîfan û girîngiya piştevaniyê hat destnîşankirin.  Partiya Çepên Kesk li Eywana Werzîşê ya Ataturkê ya Enqereyê bi dirûşma “Ji bo azadiyê” 4’emîn Kongreya Mezin a Asayî li dar xist. Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û daxwaza çareserkirina pirssgirêka kurd a bi rêyên demokratîk mohra xwe li kongreyê dan. Di kongreyê de peyamên ji gelek welatan hatine şandin hatin xwendin. Di peyamên bidîmen de bal kişandin ser têkoşîna gelê kurd û girîngiya piştevaniyê hate destnîşankirin.    Peyamên ji Ewropayê bo kongreya Partiya Çepên Kesk hatine şandin wiha ne:   TİNY KOX: EZ HEYRANÊ WÊRAKTIYA WE ME    Serokê Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê Tiny Kox: “Rêhevalên hêja yên Partiya Çepên Kesk, ez heyrana sekna we ya li gel kesên ji bo rêz li mafên sereke yên mirovan were girtin cih digirin. Weke Serokê Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê, ez bi her du çavan li çavrêyê me ku bi hemû kesên ji mafên bingehîn ên mirovan bawer û bi we re hevkariyê bikim.”    Serokê Çepa Ewropayê ya Yekbûyî Anderj Unko: “Ez silavên xwe yên germ bo kongreya Partiya Çepên Kesk dişînim. Ez kongreyeke gelek serkeftî ji bo we hêvî dikim. Gelek girîng e ku li Tirkiyeyê, li Parlamentoya Tirkiyeyê û li Konseya Ewropayê dengekî nûnertiya pirsgirêka kurd, elewiyan, ciwanan, jinan û pêkhateyan dike hebe. Lewma hêvî dikim ku kongreya we gelek serkeftî derbas bibe. Nûnerê/a we ya li koma Çepa Ewropayê ya Yekbûyî gelek berhemdar in û ev yek me gelek keyfxweş dike. Hêvîdarim ev dayîna sûdê hêj berdewam bike.”    FRANCOİS ALFONSİ: EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN KURDAN    Hevberdevkê Koma Dostaniyê ya Kurdan a Parlamentoya Ewropayê Francois Alfonsi: “Em piştgiriyê didin têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê kurd. Li gorî me divê Ewropa di vê têkoşînê de piştgiriyê bide we û dê piştgiriya me ya bi we re ya li Parlamentoya Ewropayê bidome. Herî dawî, ji bo we kongreyeke baş hêvî dikim. Hêvîdarim ku di demekî pir nêz de em ê dîsa di têkoşîna azadî û demokrasiyê de bên gel hev.    JI SYRİZAYÊ PEYAMA PIŞTEVANIYA NAVNETEWEYΠ   Ji Tifaqa Pêşverû ya Syrizayê Danai Koltsida: “Dostên hêja; li ser navê Tifaqa Pêşverû ya Syrizayê ez kongreya we silav dikim. Mîna hemû partiyên çep û pêşverû yên li Ewropayê û herêma me; em dibînin ku dostanî û hevkariya niha ya di serdemeke ku şer û pevçûn zêde bûyîn gelek girîngtir bûye. Mîna her carê, em tifaqeke ku li gel hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan e. Bêguman, têkildarî hiqûqa li Tirkiyeyê û rewşa mafên demokratîk ên li Tirkiyeyê de fikarên me hene. Li dijî zilm û binpêkirinên mafên mirovan, em we bi piştevaniya navneteweyî silav dikin. Ji bo we kongreyeke berhemdar û serkeftî hêvî dikim.”    ARNOUT HOEKSTRA: BIHÊZ BIMÎNIN, PARASTÎ BIN    Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Hollandayê Arnout Hoekstra: “Merheba ji her kesî re. Weke Partiya Sosyalîst a Hollandayê, em hêviyên herî baş ji hemû beşdarên kongreyê re dişînin. Em xemgînin ku ji hêla fîzîkî ve me nekarî vê carê li cem we cih bigirin. Lê belê fikrên me her roj bi we re ne. Ev kongre, ji bo pêşeroja gelek kesên li welatê we gelek girîng e. Dê hadê werin em vê kongreyê bi qîmettir bikin û rêya xwe bidomînin. Bihêz bimînin, her parastî bin û xebatên xwe yên nûwaza bidomînin. Ji bo we şensê dixwazim.”    LAURA CASTEL: TÊKOŞÎNA WE TÊKOŞÎNA ME YE    Cîgira Serokê Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê Laura Castel: “Merheba dostên HDP’î. Ez kongreya we pîroz dikim û hêvî dikim ku civîna we serkeftî derbas bibe. Em ji Katalonyayê silavên xwe û piştevaniya bi têkoşîna we re dişînin. Têkoşîna we, têkoşîna me ye.”    LORENA LOPEZ DE LECALLE: EM ÊRIŞAN ŞERMEZAR DIKIN    Seroka Tifaqa Azadiyê ya Ewropayê Lorena Lopez de Lecalle: “Dostên hêja yên HDP’î; hevserokên rêzdar, jinên HDP’î, her çend ku em îro li Enqereyê nebin jî, mîna her carê di her demên zehmet de dilê me bi we re ye. Haya me ji êrişên li dijî bakurê Sûriyeyê û êrişên Erdogan heye. Em van êrişan bi tundî şermezar dikin. Me nekarî weke her carê bi we re bin ji ber ku em di kongreya xwe de ne. Em ji bo hilbijartinên li Ewropayê amadekariyên kongreyê dikin û em ê li ser sê pirsên esasî bisekinin. Ew jî demokrasî, curbicurî, piştevanî, refaha ji bo her kesî û domdarî ye. Ev; daxwaza me ya sereke ya ji bo hemû gelan e. Bi hêviya ku ji bo vîna gelê kurd rêz were girtin û êrişên li ser wer bide sekinandin.”    TIFAQA PÊŞVERÛ: EM DIZANIN KU HÛN DÊ BI SER KEVIN    Ji Tifaqa Pêşverû Machris Cabreros: “Li ser navê Rêveberiya Tifaqa Pêşverû û partiya ku li seranserî cîhanê 120 partiyên endam dibêjim; ji ber ku we destkeftiyên xwe xurt kirin û hûn li pêşerojê dinihêrin, em silavên xwe ji bo dostên xwe yên Partiya Çepên Kesk dişînin. Em li vê derê kongreya we dişopînin û piştgiriya xwe didin têkoşîna we ya ji bo Tirkiyeyeke demokratîk û adilane. Di demekî ber bi hilbijartinên rêveberiyên herêmî de em dibêjin ku dê piştgiriyê bidin we. Piştrast bin ku her ku hûn pêş dikevin dê rêhevalên we her tim piştgiriyê bidin we. Em dizanin ku hûn dê di demekî nêz de bi ser kevin. Em li çaverêya we ne ku di çalakiyên Tifaqa Pêşverû de we bibînin.”   PEYAMA JI FÎNLANDIYAYÊ: EM BI WE RE NE    Serokê Giştî yê Tifaqa Çep a Fînlandiyayê û Wezîrê Perwerdeyê yê berê Li Anderson: “Rêhevalên hêja; îsal ji bo kesên ji bo demokrasiya Tirkiyeyê têdikoşin bû saleke gelek zehmet. Hilbijartinên di meha gulanê de hatin kirin, adilane û azad nebûn. Dostên me yên HDP’î û Partiya Çepên Kesk rastî tacîz û êrişên sîstematîk hatin. Doza Kobanê ya li dijî HDP’ê hatiye vekirin, mînakeke şênber a hewldana krîmînalîzekirina tevahiya muxalefeta demokratîka ji hêla Serokkomar Erdogan ve ye.    Hevberdevka Têkiliyên Derve ya Partiya Tifaqaên Çep a Fînlandiyayê û Parlamenter Jussi Saramo: “Her ku hikûmeta tirk ji gel ditirse, naxwaze ku fikrên xwe bi awayekî azad bînin ziman. Tu hikûmetên ji gelê xwe û ji dengê wan ditirse nikare van polîtîkayan heta hetayê bidomîne. Em ê berê rûyê xwe nedin aliyê din û bêdeng nemînin. Hemû cîhan tiştên diqewimin dişopîne û em bi we re ne. Li ser navê Tifaqa Çep a Fînlandiyayê hêvî dikin ku kongreya we serkeftî derbas bibe.”