Li Filistîn û Îsraîlê bîlanço zêde dibe: Herî kêm 4 hezar û 700 kes mirin e 2023-10-16 10:15:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Di şerê di navbera Îsraîlê û Filîstînê de herî kêm hezar û 400 îsraîlî mirin û herî kêm jî 2 hezar û 670 filîstînî mirin.    Hamasê di 7’ê Cotmehê de li dijî Îsraîlê dest bi êrişan kiribû. Piştre di navbera Îsraîlê û Hamas-Filistînê de şer dest pê kir. Şerê dijwar ê navber her du aliyan bênavber didome. Li Gazzeyê ku hatiye dorpêçkirin tê gotin ku av û xwarin li ber qedandinê ye. Artêşa Îsraîlê jî xwe amade dike ku ji bejahiyê ve dest bi êrişan bike.    Şaxa Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ya Filistînê ku girêdayî Neteweyên Yekbûyî ye ragihand ku herî kêm 4 nexweşxane hatine bombebarankirin û ji ber hatine rûxandin xizmetê nadin.    Rêxistinê daxuyand ku ji terefê Îsraîlê ve ji bo tehliyekirina 21 nexweşxaneyê li herêmê hişyarî daye.    BLINKEN: WÊ DERIYÊ SÎNOR BÊ VEKIRIN    Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken bêyî ku dîrokekê bide diyar kir ku ew hewl didin Deriyê Sînor ê Refahê yê di navbera Misir û Gazzeyê de bidin vekirin.    HEJMARA MIRIYAN    Di şerê roja 7’ê Cotmehê dest pê kiriye û heya niha tê gotin herî kêm hezar û 400 îsraîlî û herî kêm jî 2 hezar û 670 filistînî jiyana xwe ji dest dane. Îsraîl ji bo ji bejahiyê ve êrişî Gazzeyê bike artêşa xwe li ser sînor bicih dike.    ÎDIAYA AGIRBESTÊ   Li gorî nûçeya Reutersê ku dispêre çavkaniyên xwe yên ewlehiya Misrê; Amerîka, Îsraîl û Misir ji bo Deriyê Sînor ê Refahê vekin dixebitin û di heman wextî de saeta li 9’an li gorî saeta xwecihî li başûrê Gazzeyê jî li ser agirbestekê li hev kirin hatiye kirin.