Cenazeyê rojnameger Salaz dê sibe bê definkirin 2023-10-16 12:25:40   WAN - Rojnameger Necmettîn Salaz ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Salaz dê sibe li Wanê bê definkirin.    Necmettîn Salaz ku bi nexweşiya Sîrozê ketibû û li Herêma Federe ya Kurdistanê dihat tedawîkirin, di 14’ê cotmehê de jiyana xwe ji dest da. Ji bo rojnameger Salaz li Sînemeya Salim a Silêmaniyeyê merasîm hat lidarxistin. Li gel dost û hevalên Salaz, gelek rewşenbîrên navdar, siyasetmedar û aktîvîst jî tev li merasîmê bûn.    Piştî merasîmê jî ji bo definkirinê cenazeyê Salaz konvoy ber bi bajarê wî Wanê ve kete rê.    Tê payîn ku cenazeyê Salaz di nîvşevê de bigihije Wanê û dê heta serê sibehê li morgê were sekinandin û roja sêşemê (sibe) piştî nimêja nîvro ya li Mizgefta Boyalarê li Goristana Akkopruyê ya navçeya Tûşbayê were definkirin.    Malbata Salaz dê şîna xwe li Mala Şînê ya Mizgefta Hayretiye ya Kevin a li ser Rêya Kelehê ya li navçeya Rêya Armûşê dane. Şîn dê rojên çarşem û pêncşemê bidome.