ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2023'YAN 2023-10-17 09:00:00   * Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dibêje ku mînaka herî nêz a ku pergala netewe dewletê nikare bibe çareserî, aloziya di navbera Îsraîl-Filistînê de ye. Abdullah Ocalan balê dikişîne ser Rojhilata Navîn a Demokratîk û pêşniyara çareseriya demokratîk dike.    * Akademîsyen Neşe Ozgen diyar kir ku wê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan siyaseta cîhanê demokratîk bike û got: “Divê civaka Tirkiyeyê bang bike ku Abdullah Ocalan were berdan.”    * Cuma Ozkan 39 sal emrê wî di girtîgehê de derbas bû. Keça wî Şehrîban Ozkan bi lêv kir ku ev 30 sal in li benda berdana bavê xwe ye û got: "Li kolanê dema yekî ji min re bigota, 'Keça min' ev peyv di dilê min de dibû mîna kulmekî li min bidin. Êdî bes e ez dixwazim bavê min bê berdan.”    * Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuce ji bo daxuyaniya Erdogan ku gotibû "Em li cem birayên xwe yên filîstinî ne" polîtîkayeke durû ye û got ku di heman saetê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişî sivîlan hatiye kirin.    * Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Amedê ya Hejmara 2'yan ji ber navê Andok ê li ser formayê Amedsporê, forma neda girtî. Lijneyê derpêş kir ku navê Andok ku navê çiyayê herî bilind ê Amedê ye "propagandaya rêxistinê" dihewîne û forma neda girtî.    * Dê li Êlihê di navbera 21-22'yê cotmehê de bi dirûşmeya "Jina Azad Hunera Azad" Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan bê lidarxistin.    * Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Sûzan Îşbîlenê diyar kir ku şideta li jinê û cinayetên tên kirin asta "qirkirinê" derbas kirine û got: "Pêvajiyên şer û pevçûnî vê şidetê zêde dikin."    * Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Çanakkaleyê xwest li dijî polîtîkayên şerê taybet tûrnûvaya fûtbolê li dar bixe. Lê belê ji ber ku polîsan gef li xwediyê qada fûtbolê xwarin, tûrnûva hat betalkirin.    * Şaneşîn Performans a li Mêrdînê xebatê xwe dike, ji bo kurdî şanoyê dike bi astengkirina eywana şanoyê re re rû bi rû ma û li ser vê yekê eywana xwe ava kir. Endamê Şaneşîn Pefromansê Şêrko Janzêm got: “Heke em xwedî li hev dernekevin kes li me xwedî dernakeve.”    * Danişîna dozek bi îdiaya ku "heqaret kiriye" li Hevseroka berêy a HDP'ê Fîgen Yuksekdga hatiye vekirin dê li Dadgeha Farqînê bê lidarixstin. (09.00-17.00)   * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bê lidarxistin. (10.00)