30 sal in li çaverêya berdana bavê xwe ye: Êdî bes e 2023-10-17 09:01:29   DÎLOK - Cuma Ozkan 39 sal emrê wî di girtîgehê de derbas bû. Keça wî Şehrîban Ozkan bi lêv kir ku ev 30 sal in li benda berdana bavê xwe ye û got: "Li kolanê dema yekî ji min re bigota, 'Keça min' ev peyv di dilê min de dibû mîna kulmekî li min bidin. Êdî bes e ez dixwazim bavê min bê berdan.”    Cuma Ozkan 57 salî ye û 39 salên wî di girtîgehê de derbas bûn. Ozkan cara yekemîn di dema darbeya 12'ê Îlona 1980'an de hê 14 salî bûye tê girtin û 9 salan di girtîgehê de ragirtî dimîne. Ozkan bi cezayê îdamê tê darizandin lê ji ber ku temenê wî biçûk e cezayê wî tê batalkirin û di 1989'an de tê berdan. Ozkan ku piştî tê berdan dizewice û keçikeke wî çêdibe. Ozkan di sala 1993'yan de careke din tê girtin û bi îdiaya “Xerakirina yekitî û hevpariya dewletê” cezayê muebedê li tê birîn. Ozkan ê ku bi tehliyeya bişert tê berdan 3 sal û nîv li derva dimînê ev 3 sal nîv jî cezayê muebedê yê Ozkan tê zêdekirin û bi tevahî 34 sal ceza li wî dibirin. Ozkan ku li girtîgeha Yozgat, Konya û Meletî ragirtî ma û niha jî 19 sal in li Girtîgeha Dîlokê ya Tîpa H ragirtî ye. Wê di 2027'an de bê berdan. Tevî ku efû ji cezayê Ozkan ê berê re derketiye jî ji ber wî cezayî Ozkan nayê berdan. Tevî cezayê muebedê qediyaye jî ji ber 3 sal nîv li derva maye cezayê wî hat dirêjkirin. Parêzerên Ozkan li dijî vê yekê serlêdan kirin û li benda bersivê ne.   Ozkan dema tê girtin keça wî Şehrîban hê 3 meh bûye. Şehrîban Ozkan (30) ku cara yekem bavê xwe di girtîgehê de nas kiriye emrê wê jî li ber deriyên girtîgehan derbas bûye. Adîl Okay ku di sala 2013'an de ji bo zarokên dê û bavê wan girtî ne pirtûka bi navê 'Heta ez têm mezin nebe' çap kir di vê pirtûkê de qala çîroka Şehrîban Ozkan û bavê wê jî dike. Cuma Ozkan di vê pirtûkê de ji bo keça xwe Şehrîbanê dibêje, “Min pitikiya keça xwe di girtîgehê de dît” her wiha keça wî jî bavê xwe di girtîgehê de nas kir û niha 30 salî ye û berdana bavê xwe çaverê dike.    BÊRÎKIRINA 30 SALAN   Şehrîban Ozkan niha li Dîlokê ye û bi dayik û 2 zarokên xwe re dijî. Debara malê jî li ser pişta wê ye. Ozkan anî ziman ku ji ber girtîbûna bavê xwe ev jî bi diya xwe re her li ser rêyên girtîgehê bûn û wiha got: "Dema bavê min li girtîgehên, Meletî, Kayserî, Yozgat û Konyayê girtî bû tevî ku rewşa me aborî ne baş bû jî ez û diya xwe her tim di rêyan de bûn. Her wiha diya min jî nexweş bû lê tevî vê yekê jî ji bo hevdîtina bi bavê min re me hemû zahmetî dida ber çavan û em diçûn hevdîtinan. Wê demê ez hê biçûk bûm, min bavê xwe li girtîgehê nas kir. Li kolanê dema yekî ji min re bigota, 'Keça min' ev peyv di dilê min de dibû hêrs û mîna ku yek kulmekî li min bide. Ji ber ku nebûna bavê min her di dilê min de bû. Êdî bes e ez dixwazim bavê min bê berdan û em bi hev re bin. Her tim ez û diya xwe bi tenê bûn. Ji ber tenêtiyê me gelek zahmetî jî kişandin. Lê dîsa jî me tu car serî netewand. Bila dengê me bê bihîstin; êdî bes e bila bavê min bê berdan."     DESTMALA XWE DIYARÎ DAWETA KEÇA XWE DIKE    Ozkan da zanîn ku yekem car dema ew 3 salî bûye bavê xwe di girtîgeha Konyayê de nas kiriye û wiha berdewam kir: "Heta 3 saliya xwe min bavê xwe nedît. Dema 3 salî bûm di hevdîtinê de min bavê xwe nas kir. Piştî gelek dem di ser wê hevdîtinê de derbas bûn bavê min ev hevdîtina ji min re wiha vegot, 'Di hevdîtinê de hemû zarok li cem dê û bavê xwe bûn. Lê zarokek hebû ku li ber dîwar stûye xwe xwar kiribû û digiriya. Min jî ev zarok hembez kir û anî cem diya te. Min got ev ne Şehrîban e, got ‘erê’. Gotina bavê min wê demê ev bûye, ez jî di hembêza bavê xwe de giriya me û bavê min jî bi destmala xwe hêsirê min paqij kirin e. Bavê min ev destmal 19 salan veşart. Dema min dikir ku bizewicim ev destmal derxist û diyarî min kir."   'NAXWAZIM BAVÊ MIN DI GIRTÎGEHÊ DE JIYANA XWE JI DEST BIDE'   Ozkan diyar kir ku ji ber cezayê berê bavê wê nayê berdan û wiha got: "Lê tevî ku efû ji wî cezayî re derket jî bavê min nayê berdan. Bavê min bi awayekî li derhiqûqî di girtîgehê de tê ragirtin. Me gelek serlêdanan kirin jî lê nehatin qûlkirin. Bavê min bi awayekî kêfî nayê berdan. Her wiha weke bavê min gelek girtiyên siyasî bi awayekî kêfî nayên berdan. Divê êdî dawî li vê bê hiqûqiyê were. Cezayê bavê min qediya ye û divê êdî bê berdan. Temenê bavê min mezin e, nexweşiyên weke fitiqa piştê jî li wî peyda bûye. Ez naxwazim bavê min di girtîgehê de jiyana xwe ji dest bide."   ‘DIVÊ ÊDÎ HESRETA ME BI DAWÎ BIBE’    Ozkan destnîşan kir ku ew ji ber têkoşîna bavê xwe serbilind e û got: "Meriv 39 sal li girtîgehê bimîne, ne hêsan e. Berxwedaneke mezin pêwîst e. Berxwedan û têkoşîna bavê min bandoreke mezin li min dike. Helbet di girtîgehê de bi zahmetiyan, binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin lê ji me re qal nake. Dema em diçin girtîgehê em jî bi lêgerîna ne li gorî pîvanên mirovahiyê re rû bi rû dimînin. Divê li dijî bêhiqûqiyên li girtîgehan hemû saziyên hiqûqê û rêxistinên mafên mirovan di nava hewldanan de bin û bibin dengê girtiyên siyasî. Her wiha divê gel jî li dijî van bê hiqûqiyan deng derbixe. Mixabin li dijî van bê hiqûqiyên li ser girtiyan dengekî xurt dernakeve. 30 sal in ez bi hesreta bavê xwe dijîm, divê êdî hesreta me û hemû girtiyên siyasî bi dawî bibe. Divê bavê min û hemû girtiyên siyasî bên berdan."   MA / Mahmut Altintaş