Polîsan gef xwar, qada fûtbolê nedan ciwanan 2023-10-17 09:08:43 ÇANAKKALE - Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Çanakkaleyê xwest li dijî polîtîkayên şerê taybet tûrnûvaya fûtbolê li dar bixe. Lê belê ji ber ku polîsan gef li xwediyê qada fûtbolê xwarin, tûrnûva hat betalkirin.    Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk ku di kongreya dawî de navê wê wekî Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) hat guherandin, di 24'ê tebaxê de li li dijî polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistan û Tirkiyeyê kampanyaya “Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet" da destpêkirin. Armanca kampanyayê ew e ku li dijî tecrîdê, fuhûşê, tiryakê û çekdasrîkirina ferdî bitêkoşe û di vî warî de hayjêhebûnekê bide der. Meclisa Ciwanan jî di vê çaçroveyê de li gelek cihan çalakiyên wekî tûrnûvaya fûtbolê, geşt û seyran û şahiyan li dar dixe.    Meclisa Ciwanan xwest di vî warî de ji bo bîranîna Endamê Lijneya Rêveber a Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ozan Yildiz tûrnûvayeke fûtbolê li dar bixe. Di 3'yê cotmehê de gelek ciwan li hev kom bûn û çend maç lîstin, lê belê polîsan hin astengî danîn ber ciwanan. Tûrnûva ji ber van astengiyan di 15'ê cotmehê de hat betalkirin.    LI ÇANAKKALEYÊ ÇETEBÛYÎN Û TIRYAK   Endamê Meclisa HEDEP'ê ya Çanakkaleyê Mahsûm Koca ku têkildarî mijarê axivî, anî ziman ku ji ber zextên polîsan ji bêgavî tûrnûvayê betal kirine. Koca destnîşan kir ku ciwanên kurd ji cewhera xwe tên dûrxistin û wiha got: "Em dibêjin divê polîtîkayên qirkirin, înkarkirin û asîmlasiyonê yên li ser ciwanên kurd bên eşkerekirin. Bi polîtîkayên şerê taybet ciwanan dikin dijminê cewhera xwe. Li Çanakkalayê bi taybetî çetebûyîn û tiryak di nava ciwanên kurd de pir zêde bûye."    ‘ARMANC ÇAVTIRSANDIN Û ÇEWISANDIN E'   Koca bal kişand ser pêvajoya tûrnûvayê û got ku ji bo vê hevdîtin bi qadeke fûtbolê ya naskirî re têkilî danîne û wan û xwediyê qadê li hev kiriye. Koca anî ziman ku paşê xwediyê qadê telefonî wan kiriye û ji wan re gotiye 'Maçê betal kirine' û got ku ji ber vê car din çûne cem xwediyê qadê. Koca wiha domand: "Xwediyê qadê got polîsan telefonî wî kiriye, gef lê xwarine û ji ber vê dê nikaribe qadê bide wan. Me di heman rojê d etelefonî qadeke din kir. Me got, em ê maçekê bikin. Me behsa maçê nekir û em ji bo maçê çûn qadê. Berî em dest pê bikin bi 10 deqeyan, belsebeb ji me re gotin dê qadê bigirin û rabûn ceryana wê birîn. Gava em derneketin gazî polîsan kirin. Bi dehan tîmên polîsan hatin û xwestin mudaixleyî me bikin. Çend roj bi şûn de du hevalên me binçav kirin. Helbet armanca wan çavtirsandin e û ew ku ciwan xwe birêxistin nekin."    ‘EM Ê LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN ÇEWISANDINÊ RABIN'   Koca bilêv kir ku polîs li xwediyê qadên fûtbolê geriyane ku qadê nedin wan û got ku ev jî 'taktîkeke' polîtîkaya şerê taybete. Koca got: "Qesda me ya ji şerê taybet jî ev e. Ji aliyekî ve destkeftiyên kurdan û nirxên wan tên bombeberankirin, ji aliyê din ve jî li bajarekî wekî Çanakkaleyê lihevkombûna ciwanên kurd wan ditirsîne. Helbet em natirsin û divê em li dijî van zextan û polîtîkayên tepisandinê rabin."    Koca di dawiyê de ragihand ku dê di rojê pêş de bi çalakiyên cuda bersivan van qedexe û astengiyan bidin.    MA / Omer Îbrahîmoglû