Neşe Ozgen: Divê civaka Tirkiyeyê ji bo azadiya Ocalan bang bike 2023-10-17 09:09:53   STENBOL - Akademîsyen Neşe Ozgen diyar kir ku wê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan siyaseta cîhanê demokratîk bike û got: “Divê civaka Tirkiyeyê bang bike ku Abdullah Ocalan were berdan.”    Girîgeha Girava Îmraliyê bûye Girava Agahînegirtina ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Ocalan di encama komploya navnetewî ku di 9’ê Cotmeha 1998’an dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de bi awayek dîlgirtî radestî Tirkiyeyê hat kirin, 24 sal in li Girava Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin. Ocalan 24 sal in di şert û mercên dijwar ên hepsê de tê ragirtin. 31 meh in tu agahî ji Ocalan û girtiyên li cem wî Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîdî Yildirim nayê girtin. Li dijî agahînegirtina ji Girava Îmraliyê di salvegera 25’emîn a komploya navneteweyî de li her deverê Kurdistan û cîhanê daxwaza azadiya Ocalan mohra xwe li rojevê da.    Yek ji akademîsyenên Enstîtuya Lêkolînên Koçberiyê û Lêkolînên Navçandî (IMIS) a Zanîngeha Osnabruck a Almanyayê, civaknas Neşe Ozgen bal kişand ser bandora Abdullah Ocalan a li ser siyaseta cîhanê bi taybetî li ser siyaseta Kurdistan û Tirkiyeyê. Ozgen destnîşan azadiya Abdullah Ocalan di heman demê de tê wateya demokratîkbûna siyaseta cîhanê û nemaze di vê mijarê divê civaka Tirkiyeyê bang bike.    ‘KESÊN TECRÎDÊ FERZ DIKIN ACIZ IN’    Ozgen anî ziman ku Abdullah Ocalan di nav şert û mercên giran ên tecrîdê tê ragirtin lê belê fikr û ramanên wî azad in û got: “Kesên vê tecrîdê li birêz Abdullah Ocalan ferz dikin aciz û qels in. Bi sepandina tecrîda li ser Abdullah Ocalan re bi awayek giran hiqûq tê binpêkirin. Divê gelê cîhanê mafên mirovan biparêze.”    ‘DIVÊ CIVAKA TIRKIYEYÊ BANG BIKE’    Ozgen anî ziman ku ev 31 meh in li Girava Îmraliyê agahî negirtin encama tirseke mezin e û destnîşan kir ku ev rewş pirsgirêka demokrasiyê ya dewletê ye û got: “Divê civaka Tirkiyeyê ji bo demokratîkbûna welat banga azadiya Abdullah Ocalan bike.” Ozgen anî ziman ku polîtîkaya tecrîdê li Kurdistanê dest pê kir û ji ber nerazîbûnên têr nake li tevahiya Tirkiyeyê belav bû û got: “Di polîtîkaya êriş û tecrîdê de israr dikin. Tecrîd encama rejîmeke totalîter e. Divê em gel biryar bidin ka ev mesele ber bi ku ve diçe. Tecrîd meseleyek demokrasiyê ye. Zerara tecrîdê tenê ne li kurdan dibe, li hemû civaka Tirkiyeyê dibe. Mekanîzmaya çareserkirina pirsgirêka kurd cem Abdullah Ocalan e û ew muxatabê çareseriyê ye. Ev nikare bê înkarkirin. Dewlet jî wî wek terefekî dibîne û viya qebûl kir. Dijarkirina tecrîda li ser Ocalan pêngavek siyasî ye. Heke ew azad bibe tê wateya azadbûn û demokratîkbûna siyaseta hemû cîhanê. Divê hemû dinya pê dizanibe û li dijî tecrîdê rabe.”    MA / Esra Solîn Dal