Ji ber êrişên dewleta tirk gundên Eyn Îsayê bêav man 2023-10-17 11:16:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber êrişên dewleta tirk, gundên li başûrê navçeya Eyn Îsayê bêav man.    Dewleta tirk ji 4’ê cotmehê ve li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên dijwar pêk tîne. Di encama êrişan de ziyaneke mezin gihişt stasyonên av û ceyranê. Gelemperiya stasyonên av û ceyranê ji ber êrişan nehatine vekirin. Ji ber êrişan, depoya avê ya li gundê Fatse ku 15 km’an dikeve başûrê Eyn Îsayê bi temamî rûxiya. Di heman demê de qismekê depoya avê ya li gundê Xalidiyeyê jî hilweşiya.    Hevseroka Midûriyeta Avê ya Kantona Girê Spî Sena El Elî têkildarî mijarê bi ANHA’yê re axivî û got ku ji ber bombebarana dijwar, depoya avê ya li gundê El Fatseyê ji xizmetê derketiye û wiha got: “Heta niha jî em nizanin bê ka ziyaneke çiqas mezin gihiştiyê.”    Sena El Elî da zanîn ku êrişên li ser herêmê berdewam in lewma nikarin xebatên çêkirina van depoyan bidin destpêkirin û diyar kir ku dê di demekî nêz de xebatên çêkirinê bidin destpêkirin.