Doza parlamenterên berê hate taloqkirin 2023-10-17 11:57:32   AMED - Danişîna doza 8 parlamenterên HDP’ê yên berê ku ji 3 îdiayên cuda tên sûcdarkirin, ji ber hinceta parêzeran nîşan da û beşdernebûna parlamenteran hate taloqkirin.    Derheqê Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag, Serokwekîlên Koma HDP’ê yê berê Îdrîs Baluken û Çagla Demîrel, parlamenterên HDP’ê yên berê Altan Tan, Ahmet Yildirim, Ertugrul Kurkçu, Mehmet Alî Aslan û Saadet Becerîklî de bi îdiayên “Ji bo peywirê nedin kirin li ber xwe dan”, “Ji ber peywira dikin heqaret li peywirdarên cemaweriyê kirin” û “Heqaret li serokkomar kir” doz hatibûn vekirin. Danişîna dozê li Dadgeha Cezayên Giştî ya Farqîn a Amedê hate lidarxistin. Siyasetmedar tev li danişînê nebûn û parêzeran jî hincet nîşan dan.    Şandeya dadgehê hinceta parêzeran qebûl kir û biryar da ku ji bo îfadeyê, heta rûniştineke din demê bidin Fîgen Yuksekdag ku li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Kocaeliyê tê ragirtin. Şandeyê ji bo îfadeya Saadet Becerîklî û Ahmet Yildirim jî got ku dê xwe li benda girtina wan bigirin. Her wiha dadgehê diyar kir ku dê xwe li benda bersiva nivîsa ji bo îfadeyê ji Ertugrul Kurkçu ku li derveyî welat dijî re hatiye şandin bigirin. Şandeya dadgehê danişîn taloqî 22’yê sibata 2024’an kir.