Îsraîlê têkildarî ‘operasyona bejahî’ daxuyanî da 2023-10-17 13:08:51 NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari diyar kir ku li Gazeyê abirbesta mirovî pêk nehatiye û wiha got: “Em ji bo qonaxa din a şer amadekariyan dikin.”    Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari diyar kir ku li Gazeyê agirbesta mirovî çênebûye û têkildarî operasyona bejahî ya îxtîmalî peyam da. Daniel Hagari got: “Amadekariyên me yên ji bo qonaxa din a şer berdewam in. Hemû kes qala hereketa bejahî dike lê dibe ku qonaxa din tiştekî cuda be.”    'STATÛYA GAZEYÊ DÊ BIBE MIJAREKE KÛREWÎ’   Hagari, di daxuyaniya berê de de gotibû ku piştî hereketa bejahî dê statûya Şirîda Gazeyê bibe mijareke kûrewî û ji hêla siyasetmedarên îsraîlî û welatên din ve li ser were nîqaşkirin. Hagari, pirsa “Gelo piştî operasyona leşkerî dê artêşa Îsraîlê li Gazeyê bimîne û birêve bibe yan na?” jî ev bersiv da: “Me her cureyên lîstikê lîst.”