Li dijî Han Yûnûs û Refahê êriş: 45 kes mirin 2023-10-17 13:25:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Îsraîlê li dijî bajarên Han Yûnûs û Refahê ku filistîniyên li Gazeyê xwe spartibûnê êriş pêk anî. Di êrişan de 45 kes hatin kuştin.    Şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de di roja 11’an de berdewam dike. Artêşa Îsraîlê li dijî bajarên Han Yûnûs û Refahê yên li başûrê Şirîda Gazeyê êrişên hewayî kir. Hat ragihandin ku di êrişan de 45 filistîniyan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî nûçeya Reutersê; piştî bangawaziya Îsraîlê ya ji bo valakirina Gazeyê ya li milyonek û sed hezar kesan, bi sedhezaran filistîniyan xwe spartin bajarên Han Yûnûs û Refahê. Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku Îsraîlê malên welatiyan hedef girt.    Wezareta Karên Hundir a Gazeyê têkildarî mijarê daxuyanî da û got ku di êrişan de 45 kesan jiyana xwe ji dest dane.    600 HEZAR KES JI HERÊMÊ DERKETIN    Berdevkê Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (IDF) Jonathan Conricus têkildarî kesên piştî bangawaziya Îsraîılê ya ku kesên Gazeyê derbasî aliyê başûr bibin daxuyanî da. Conricus, destnîşan kir ku di 13’ê cotmehê de piştî bangawaziyê 600 hezar gazeyî ji herêmê derketine û 100 hezar kes jî hêj li herêmê ne.    UNICEF: AVA GAZEYÊ XELAS BÛ    Fona Alîkariya bi Zarokan re ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) da zanîn ku ava Gazeyê xelas bûye û zarok û malbat neçar dimînin ku ava qirêjî ya bîran bi kar bînin.    REWŞA REHÎNEYAN   Îsraîlê û Tûgayên Kassam têkildarî rehîneyên di dema êrişa “Tofana Aksayê” de hatine girtin daxuyanî dan. Li gorî nûçeya rojnameya The Guardianê; Berdevkê Tûgayên Kassamê Ebu Ubeyde da zanîn ku 200 rehîne di destê wan de ne û 50 kes jî ji hêla fraksiyonên berxwedanê yên cuda ve hatine dîlgirtin. Ubeyde, ragihand ku di encama êrişên hewayî yên Îsraîlê yên li dijî Gazeyê de 22 rehîneyan jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di nava rehîneyan de kesên ne îsraîlî jî hene.    Ji berdevkên artêşa Îsraîlê Daniel Hagari jî got ku 199 rehîne di destê Hamasê de ne û ev agahî parve kir: “Ji bo ku bizanin bê ka rehîne li kîjan devera Gazeyê tên ragirtin, di nava hewldanên mezin de ne. Em ê êrişeke ku jiyana mirovên me têxe talûkeyê nekin.”    LI SER SÎNORÊ LUBNANÊ 4 KES HATIN KUŞTIN   Her wiha rageşiya li ser sînorê Îsraîl-Lubnanê ya di navbera artêşa Îsraîlê û Hîzbûllahê de jî berdewam dike. Her du alî li dijî hev êrişan dikin. Artêşa Îsraîlê ragihand ku 4 kesên hewl didan li ser sînorê Lubnanê derbasî Îsraîlê bibin û teqemeniyan bi cih bikin, hatin kuştin.     ÎDIAYA ‘BOMBEYA FOSFORÊ’   Ajansa nûçeyan a fermî ya Lubnanê NNA’yê diyar kir ku Îsraîlê di tevahiya şevê de bajarokê Ed Duhayrayê daye ber topan. Di nûçeyê de hat gotin ku di encama êrişên hewayî yên Îsraîlê yên li dijî hinek malên bajarokê de welatî birîndar bûne û bi ambulansan rakirine nexweşxaneyê. NNA’yê îdia kir ku artêşa Îsraîlê di êrişên li dijî sivîlan de bombeyên fosforê bi kar anîne.