Cenazeyê dayika Zekiye Alkanê hat veşartin 2023-10-17 19:13:14   ÎZMÎR - Cenazeyê Îsmet Alkanê, dayika Zekiye Alkan a di Newrozê de agir berdabû bedena xwe û jiyana xwe ji dest dabû, hat veşartin.   Îsmet Alkan, dayika Zekiye Alkan a di sala 1990'î de di pîrozbahiya Newroza Amedê de li ser bircên Amedê agir berdabû bedena xwe û jiyana xwe ji dest dabû, di 15’ê Cotmehê de ji ber krîza dil rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha 9 Eylûlê, lê tevî midaxaleyan nehat rizgarkirin.   Di merasîma cenazeyê Alkan a li Cemxaneya Narlidere ya Îzmîrê hat lidarxistin de malbata Alkan, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Girtî û Hikûmxwaran a Egeyê (EGE TUHAYDER) û rêveberên HEDEP amade bûn. Piştî rêzgirtinê Alkan li Goristana Narlidereyê hat veşartin.   Kesên tevlî merasîma definkirian cenaze bûn kulilk danin ser gora Îsmet Alkanê û fın vöxıstın. Piştî merasîma definkirinê li Cemxaneya Narlidereyê loqme hat belavkirin.   Malbat wê sersaxıyö li malê qebûl bike.