ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2023'YAN 2023-10-18 09:00:13   * Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li dijî pirsgirêkên ji ber netewe dewletê diqewimin Konfederalîzma Demokratîk pêşniyar dike û vê hişyariyê dike: “Heke pêşî li ber neteweperestiyê neyê girtin, heman rewşa li Qudsê dibe ku sibe li Kerkûkê biqewime.”    * Maxdûra erdhejê Zeynep Ziyansiz li navçeya Bazarcixê ku navenda erdhejan bû 8 meh in di kon de dijî. Ziyansız diyar kir ku tevî wan serlêdana konteynere kirine jî konteyner ji wan re nehatiye û ev 3 demsal in ew di konekî de dimînin.    * Siyasetmedar Feleknas Ûca anî ziman ku Tirkiye dixwaze li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê car din DAIŞ'ê bi ruh û can bike.   * Ciwanên ku li Dêrikê tevlî tiryakê bûne, anîn ziman ku firoşkar tevî hin polîs û notrivanan tiryakê difiroşin û gotin ku ji bo tiryakê dizî û fuhûş li wan hatiye ferzkirin.    * Umît Akbiyik li ser nêzî 800 kesî îfade daye. Ji kesên ku Akbiyik li ser wan îfade daye û gotiye "tevlî konferansa rêxistinê bûye", di girtenameyên dadgehê de jî hat diyarkirin ku ew kes di girtîgehê de ye.    * Li Wanê kirêya xanî û kargehan di salekê de 4 qatan biha bû. Esnafan diyar kir ku dahata wan di biniya mesrefên wan re ye û gotin ku hatine asta ku dikanên xwe bigirin.    * Salek piştî qebûlkirina ‘qanûna sansurê’ ya li Meclisê derbarê gelek rojnamevanan de lêpirsîn hate vekirin û hatin darizandin û Tirkiye di warê azadiya çapemeniyê de ket kategoriya “xeternakê”.    * Danişîna doza 49 girtiyên ji ber parastina xwe bi kurdî kirin “weke ku parastin nekirine hatin hesibandin” dê li 3’yemîn Dadgeha Înfazê ya Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)   * Danişîna Doza Kobanê dê  li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Komîsyona Îşkenceyê ya Şaxa OHD’a Amedê dê rapora xwe ya 7 mehan li avahiya komeleya xwe aşkere bike. (12.30)   * Cenazeyê rojnameger Necmettîn Salaz ku li nexweşxaneyeke Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû dê li Wanê bi merasîmekê bê definkirin. (13.00-14.00)