Ewlehiya li derdora Konsolosxaneya Îsraîlê hate zêdekirin 2023-10-18 12:48:50 STENBOL - Konsolosxaneya Îsraîlê ya li Stenbolê ku êrişa li dijî nexweşxaneyê ya li Gazzeyê lê hat şermezarkirin, bi bariyerên hesin û TOMA’yan hate girtin. Walîtiyê ragihand ku di çalakiya şermezarkirinê ya duh de kesekî jiyana xwe ji dest daye û 5 kesên êrişî polîsan kirine hatine binçavkirin.    Duh piştî ku Nexweşxaneya Baptîst a li Gazzeyê hate bombekirin, li ber Konsolosxaneya Îsraîlê ya li Stenbolê duh bi şev çalakiya şermezarkirinê hate lidarxistin. Kesên ku di destên wan de alên Filistînê û alên dewleta tirk hebûn li ber deriyê konsolosxaneyê kom bûn û Îsraîl şermezar kirin. Girseya kom bûyî dirûşmeya “Lêxe Qessam lêxe, li Tel Avîvê bixe” berz kirin. Di çalakiya şermezarkirinê ya polîsan gaza îsotê bikaranî de, li ser cadeyê bergiriyên ewlehiyê yên berfireh hatin wergirtin.    Îro jî polîsan derdora konsolosxaneyê bi bariyerên hesin û TOMA’yan girtin. Ji bilî kesên xebatkar polîs kesê nagirin konsolosxaneyê.    Walîtiya Stenbolê jî têkildarî çalakiya şermezarkirinê ya li ber konsolosxaneyê daxuyaniyek da.  Walîtiyê di daxuyaniyê de diyar kir ku komek ji van kesên ji bo şermezarkirinê kom bûn, ji bo bikevin konsolosxaneyê ketine nava liv û tevgerê û bi dar, kevir, meşale û fîşekên hewayî êrişî hêzên ewlehiyê, avahiyên derdorê û konsolosxaneyê kirine.    Walîtiyê ragihand ku di bûyerên derketin de kesekî krîza dil derbas kir jiyana xwe ji dest da, 43 jê polîs 63 kes birîndar bûne û 5 kesên êrişî polîsan kirine jî hatine binçavkirin.