Êrişên Îsraîlê hatin protestokirin 2023-10-18 14:16:32   EDENE/ANTALYA - Êrişên Îsraîlê yên li dijî Gazeyê li Edene û Antalyayê bi daxuyaniyan hatin protestokirin.    Platforma Elewiyan a Edeneyê têkildarî êrişên Îsraîlê yên li dijî Gazeyê li pêşiya Navenda Çandê ya Salman-i Pakê bi dirûşma “ Na ji şer re” daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Na ji şer re, Aştî a niha” hate vekirin.    Li ser platformê Hamît Karaogûllarindan axivî û wiha bal kişand ser şerên li cîhanê û Rojhilata Navîn: “We hewl dide pergalên xwe yên faşîst bidomînin ma ev bes nîne? Bi hinceta tunekirina cinawirên we bi destê xwe çêkirin, ma bes nîne ku bi hinceta aştî û aramiyê we bi milyonan mirov kuştin? Şerê xwe bidin sekinandin, qirkirina xwe ya mirov û xwezayê bidin sekinandin. Edî bes e! Em dixwazin bi hemû rengên xwe û bi xwezayê û di nava xwişk-biratiyê de bijîn. Em dixwazin mîna mirovan bijîn.”    'ÊRIŞ GIHIŞTIN ASTA QIRKIRINÊ’    Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Edeneyê jî li Parka Înonuyê daxuyanî da û bertek nîşanî êrişên li dijî gelê Filistînê da. Serokê Duyemîn ê Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Doç. Dr. Alî Îhsan Okten daxuyanî da û wiha got: “Êrişên Îsraîlê gihiştine asta qirkirinê. Tiştên tên kirin sûcê li dijî mirovahiyê ye. Di tu şerên cîhanê de nexweşxane, ambulans û yekîneyên tenduristiyê hedef nehatine girtin. Êrişa Îsraîlê ya li dijî Nexweşxaneya El Ehlî Bapîstê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye û êrişeke li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Divê ev bûyer weke sûcê şer bê hesibandin û meqamên neteweyî û navneteweyî lêkolîn bikin. Em hedefgirtina sivîlan a ji hêla Îsraîlê ve qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin. Divê êriş bên sekinandin û aştî pêk bê.”   ‘EM AŞTIYÊ DIXWAZIN’   Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ya Antalyayê jî li avahiya sendîkayê daxuyanî da û êrişên Îsraîlê şermezar kir.