CPJ: Di şerê Îsraîl-Filistînê de 17 rojnameger hatin kuştin 2023-10-18 15:35:23 NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Parastina Rojnamegeran ragihand ku di şerê Îsraîl-Filistînê de 17 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dan, 8 birîndar bûn û 3 jî winda ne yan jî hatine binçavkirin.  Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û rapora xwe ya têkildarî rojnamegerên ji şerê di navbera Îsraîl-Filistînê bibandor bûn eşkere kir. CPJ’ê da zanîn rapora xwe li gorî daneyên di raporên medyayê de bi dest xistin amadekirine.    3 ROJNAMEGER WINDA NE YAN JÎ BINÇAVKIRÎ NE    Di daxuyaniyê de hat gotin ku di nava 12 rojan de ji her du aliyan zêdetirî 4 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane û ji van herî kêm 17 jê rojnameger in.    CPJ’ê da zanîn ku ji rojnamegerên hatine qetilkirin 13 jê filistînî, 3 jê îsraîlî û yek jî lubnanî ye. Her wiha CPJ’ê diyar kir ku 8 rojnameger birîndar bûne û 3 jî winda ne yan jî binçavkirî ne.    CPJ’ê wiha domand: “Rojnamegerên li Gazeyê, dema hewl didan êrişa bejahî ya yekîneyên Îsraîlê, êrişên rûxîner ên hewayî yên Îsraîlê, pevçûnan bişopînin, bi xetereyên mezin re rû bi rû dimînin.”