Ji bo posterên Erdogan milyon û 828 hezar TL hat xerckirin! 2023-10-19 09:03:27 AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, ji bo stûnên aparat ên wêneyên Erdogan bi wan ve hatine daliqandin, di 4 mehan de milyon û 828 hezar lîre pere xerc kir.  Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, ji bo stûnên aparat ên wêneyên Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan lê hatine daliqandin di 4 mehan de du îhale çêkirin. Îhaleya yekem di 12'ê kanûna 2022'yan de bi 699 hezar û 400 TL'yî hat çêkirin. Şîrketa Reklamê ya HSK'ê îhaleyê wergirt.   Piştî îhaleya navborî bi 4 mehan, di 12'ê nîsana 2023'yan de îhaleyeke din hat çêkirin. Îhale bi milyon û 128 hezar û 750 TL'yî hat çêkirin û heman fîrmayê îhaleyê wergirt.    Hêjayî gotinê ye ku şîrketa ku her du îhaleyan wergirt, di sala 2022'yan de hatiye avakirin.    Posterên Erdogan cara ewil beriya hilbijartina referandûmê ya sala 2017'an li dîregan hatin daliqandin. Qeyûm jî beriya hilbijartina giştî ya 24'ê Hezîrana 2018'an nû kiribûn. Ji bo rakirina posterên Erdogan Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê ya Rezanê dabû. Lijneya Hilbijartinê jî gotibû daliqandina posteran "li dijî qanûnê ye" û biryara rakirina wan dabû, lê posterên Erdogan hê jî nehatine rakirin.    MA / Mujdat Can