Li Gazeyê êrişî dibistanê hate kirin: Mirî û birîndar hene 2023-10-19 09:49:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Gazeya ku êrişên Îsraîlê lê didomin, hate diyarkirin ku dibistaneke aydê Ajansa Alîkariyê ya Penaberên Filistînî ya NY’yê ku kesên malên xwe terikandine lê diman bi êrişa hewayî hedef hatiye girtin.    Êrişên Îsraîlê yên li dijî Filistînê didomin. Di demeke bertekên li dijî êrişa Îsraîlê ya li ser Nexweşxaneya El Ehlî ya li Gazeyê berdewam dikin de hate diyarkirin ku vê carê dibistaneke aydê Ajansa Alîkariyê ya Penaberên Filistînî (UNRWA)  ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku kesên malên xwe terikandine lê diman bi êrişa hewayî hedef hatiye girtin. Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Filistînê WAFA’yê, Îsraîlê li Wargeha Penaberan a Han Yûnûs a li başûrê Gazeyê bi hewayî êrişî dibistaneke aydê UNRWA’yê kiriye. Hate ragihandin ku di êrişa li dijî dibistanê de kesên mirî û birîndar hene.    Li gorî nûçeyeke din a WAFA’yê jî Îsraîlê bi êrişa hewayî xaniyê malbata El Bekrî ya li başurê bajarê Han Yûnûsê hedef girtiye û di êrişê de 7 jê zarok 9 kesan jiyana xwe ji dest daye. Hate diyarkirin ku di bin kavilê xaniyê di encama bombebaranê de hilweşiyayî mirov jî hene.    LI SER SÎNORÊ MISRÊ ÊRIŞA HEWAYÎ HATE KIRIN   Li aliyê din Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Eşref el Kudra yê li Gazeyê di malpera fermî ya wezaretê ya Facebookê de aşkere kir ku di êrişên hewayî yên li dijî Han Yûnûs û herêma Rafah a nêzî sînorê Misrê de zêdetirî wan zarok û jin gelek kesan jiyana xwe ji dest dane. Têkildarî mirî û birîndaran agahî nehatin dayîn.    GELEK MIRÎ Û BIRÎNDAR HENE   Dîsa hate diyarkirin ku di êrişa li dijî Wargeha Penaberan a Nûsayrat a li Gazzeyê de jî pitikekê jiyana xwe ji dest daye û birîndar hene. Hate ragihandin ku di maleke li herêma Cibalya ya li Gazzeyê hedef hatiye girtin de 13 filistiniyan jiyana xwe ji dest daye, gelek ji wan zarok û jin 15 kes jî birîndar bûne. Hate aşkerekirin ku her wiha di êrişên li dijî avahiyên li Taxa Tel el Hevayê yên başurêrojhilatê bajêr de ku sivîl lê dimînin jî mirî û birîndar hene.