Hevrêyên Necmedîn Salaz: Tu demê dest ji xeta xwe ya têkoşînê berneda 2023-10-19 10:18:02   WAN - Hevalên rojnamevan Necmedîn Salaz ê li ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da qala wî kirin û diyar kirin ku Salaz qet dest ji xeta xwe ya têkoşînê berneda û jiyana xwe diyarî têkoşîna gelê kurd kir.    Rojnamevanê kurd Necmedîn Salaz di 14’ê cotmehê de li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Salaz duh li Goristana Akkopruyê ya li navçeya Tûşbaya Wanê hat veşartin. Şîna Salaz berdewam dike û hevalên wî yên ku beşdarî şîna wî bûn behsa têkoşîna Salaz kirin.    Çetîn ku got, “Peyv têra qalkirina wî nake” dest bi axaftina xwe kir, wiha got: “Ew kurdek gelek qenc û welatparezek ji dil bû. Nivîskar bû, ji bilî wê dost û hevrêyek delal bû. Wê her tim di dilê me de bijî. Ji bo çapemeniya azad bi rolek girîng rabû. Wê we şehîdek çapemeniya tevgerekê di dilê me de bijî.”   ‘QET DEST JI XETA XWE BERNEDA’    Siyasetmedara Abdurrahman Dogar ku salên dirêj ew û Salaz bi hev re xebata têkoşînê kirin jî wiha axivî: “Mirina wî bêwext bû, dilê me êşand. Bi seknek xwe ya biryardar di salên 70’yî de ji bo têkoşîna azadiyê îdolek bû. Kesayetek girîng bû. Her kes heyranî wî bû. Ji wan rojan heta van rojan qet dest ji xeta xwe berneda û tawîz neda. Belkî wê çaxê gelek firsend ketin destî wî lê wî her tim xwest di nava têkoşîna azadiya gelê kurd de cih bigire. Hemû emrê xwe diyarî têkoşîna azadiya kurd kir. Em ê her tim wî bi bîr bînin û serê gelê kurd sax be.”    KED Û TÊKOŞÎNA WΠ   Fadil Bariştran jî diyar kir ku Necmedîn Salaz ji bo gelê kurd û Kurdistanê kedek girîng da û got ew ji bo gelê kurd windayek mezin e û wê her tim li keda wî xwedî derkevin.    Alî Kalçik jî da zanîn ku Necmedîn Salaz heta roja mir jî ji bo doza kurd têkoşîn û kedek girîng da û mirina wî ji bo Kurdistan û çapemeniya azad windayek mezin e. Kalçik got Necmedîn ronakbîrek kurd bû û sersaxiyê ji gelê kurd re xwest.    ‘JI BO ÇAPEMENIYA AZAD WINDAHIYEK MEZIN BÛ’    Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan jî destnîşan kir ku Necmedîn Salaz salên dirêj ked da medya kurdî û got: “Her tim bi hesreta bajarê xwe dikişand. Berî ku were bajarê xwe lê koça dawî kir. Pêşdîtinên wî, analîzên wî û texmînên wî yên li ser Rojhilata Navîn her tim pêk dihatin. Min demek beriya niha wî nas kir û bandora wî li ser min çêbû. Ew neferek çapemeniya azad bû ku bi kûrahî li ser tiştan analîz dikir. Ji bo me windayek mezin e. Em ê her tim wî bi bîr bînin. Bila serê gelê kurd, çapemeniya azad û malbata wî sax be. Em ê bi hewl bidin ku xwedî li têkoşîna wî derkevin.”