Di doza Denîz Poyraz de îstînafê hemû serlêdan red kir 2023-10-19 13:07:34 ÎZMÎR - Dadgeha Îstînafê di doza Denîz Poyraz de ku di encama êrişa li dijî avahiya HDP’a Îzmîrê de hatibû qetilkirin, hemû serlêdanên li dijî biryaran red kir.    Kujerê bi navê Onur Gencer di 17’ê hezîrana sala 2021’an de li dijî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê êrişa çekdarî kir û xebatkara partiyê Denîz Poyraz qetil kir. Di 27’ê kanûna 2022’yan de ji bo Doza Denîz Poyraz biryar hate dayîn. 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê bi sedema sûcê “bi plankirî û bi qesdî qetil kiriye” cezayê muebbeta giran, ji ber sûcên “Binpêkirina parêzbendiya avahî”, “Ziyandayîna mal” û “muxalefeta çekdarî ya li dijî qanûnan” 9 sal cezayê hefsê da bersûc Gencer.    Parêzerên aliyan, li ser vê yekê serî li dadgeha jor dan. 1’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Îzmîrê ji hêla usûlê ve biryar betal kir û li dadgeha herêmî vegerand. Îstînafê, diyar kir ku di girtekên hinek danişînan de îmze kêm in, biryarên bihincet ji parêzerên aliyan re nehatine şandin û nivîsên têkildarî teblîxkirinê li dosyayan nehatine zêdekirin. Dadgeha herêmî kêmaniyên heyî temam kir û dosya careke din şande îstînafê.    HEMÛ SERLÊDAN HATIN REDKIRIN    1’emîn Daîreya Cezayan, piştî temamkirina kêmaniyan, biryara xwe ya têkildarî dosyayê da. Dagdgeha îstînafê temamiya serlêdanan red kir. Di biryara xwe de daîreyê wiha got: “Parêzer Turkan Aslan Agaç (parêzera malbata Denîz Poyraz) ji bo cezayê ji ber sûcê muxalefeta li dijî Qanûna Hejmar 6136’ê li bersûc Onur Gencer hatiye birîn serî li îstînafê daye. Ev serlêdan hatiye lêkolînkirin û ev serlêdan hatiye redkirin.”    QAŞO ‘DIJRABERIYA HIQÛQÊ’ NÎNE!    Daîreyê, serlêdanên ji bo biryara mehkûmkirinê ya ji ber sûcên “Ziyandayîna mal” û “parêzbendiya avahî” jî biryar da û bi hinceta “dijraberiyeke hiqûqî tune ye” red kir. Îtîrazên her du aliyan ên li dijî biryara derheqê sûcê “Bi plankirî û biqesdî kuştiye” de jî hatin redkirin.    Di biryarê de hate gotin ku di usûl û esasê biryarê de dijhiqûqtiyek tune ye, di delîl û kirariyan de tu kêmaniyek nîne, ji hêla îspatê ve nirxandin di cih de ye, çalakî rast hatiye pênasekirin û li gorî awayê sûc a di qanûnan de ye, ceza li gorî çarçoveya qanûnê hatiye dayîn û dijhiqûqtiyeke ku bandorê li rêjeya ceza bike nehatiye dîtin û îtîrazên Gencer û parêzerên wî hatine redkirin.    GENCER DAXWAZA TEHLIYEYA XWE KIRIYE   Di biryara daîreyê de derket holê ku Gencer daxwaza tehliyeya xwe kiriye. Di biryarê de ev daxwaz hatiye redkirin.    MA / Tolga Guney