‘Doza Sereke ya Stenbolê ya KCK'ê' hat taloqkirin 2023-10-19 19:37:34   STENBOL – Danişîna "Doza Sereke ya Stenbolê ya KCK'ê' ku 205 kes tên darizandin, hat taloqkirin.    Danişîna 53'yan a "Doza Sereke ya Stenbolê ya KCK'ê' ku 205 siyasetmedarên kurd û parêzvanên mafên mirovan tên darizandin, li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Stenbolê hat lidarxistin. Hin kesên tên darizandin û parêzerên wan tevli danişînê bûn. Hin kes jî mazereta xw eragihandin û tevli danişînê nebûn.    Ji ber guherandina şandeya dadgehê zabitên berê hatin xwendin. Paşê meqama îdiayê jî xwest xalên kêm bên temamkirin. Şandeya dadgehê jî ji bo kesên tevli danişînê nebûne danişînê taloq kir û biryar da ku Didem Tanrigoren, Mehmet Doymaz, Salih Baykal, Birgul Arvas, Bulent Çakici, Cuneyt ozil, İbrahim Siyahkaya, Mustafa Polat, Yasin Emektar, Zeki Şahin, Suna Varsak, Ali Duruç, Ali Gozel, Hayri Eser, Ramazan Demir, Seyfettin Ayyildiz, Ergin Çelik û Ragip Zarakolû tevli danişîna bê bibin.   Danişîn taloqî 1'ê Sibata 2024'an hat kirin.