Konferansa Jinan: Polîtîkaya qeyûman ji tecrîdê qut nîn in 2023-10-20 10:54:03   AMED - Hevberdevka Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya HDP'ê û Parlamentera HEDEP'ê ya Amedê di Konferansa Jinan de axivî û got polîtîkayên qeyûm ji tecrîdê ne qut nîne û dê têkoşîna xwe mezintir bikin.   Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya Demorkatîk a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Eywana Dawetê ya Ayazê Konferansa Jinan a Herêma Amedê li dar dixe. Li eywanê pankartên “Ji bo azadiyê” û “Hevserokatî xeta me ya mor e” hatin daliqandin. Gelek jin beşdarî konferansê bûne.    Nûnerên partiyên siyasî, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Halide Turkoglu, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek jin beşdarî konferansê bûn. Di konferansê de ji bo cangoriyên azadiyê rêz hat girtin û dîwan hat avakirin.    Axaftina destpêkê ya konferansê Parlamentera HEDEP'ê ya Amedê û Hevberdevka Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya HDP'ê Halide Turkoglû kir.    TÊKOŞÎNA LI HER QADÊ    Turkoglû bi lêv kir ku rejîma heyî rejîma şer e û wiha got: "Bi qeyûman tê xwestin tundiya sistematik bi rêya qirkina çandê, bi rêya siyaset û aboriyê li ser vê axê têkeve meriyetê. Qayim wekî memûrên hatine tayikirin peywira xwe dikin. Ev polîtîkayana bêtir bandorê li ser qada jiyanê ya jinan û ciwanan dike. Gelek nîqaşên me çêbûn. Lê me paşde gav neavêtin. Hevserokên me endamên meclîsa jinan hewl dan siyaseteke demokratîk bê meşandin. Li kolanan û li kuçeyan ev rojev ava kirin. Konferans li dar xistin. Hevdîtina bi gelek tevgerên jinan re jî mijara gotinê ye."   'HEVSEROKATÎ XETA ME YA MOR E’    Turkoglû da zanîn israrkirina di qeyûman de tê maneya polîtîkayên înkar û tunekirinê yên li dijî kurdan û wiha got: "Rejîma qeyûman tê maneya rakirina ji holê ya çareseriya meseleya kurd a bi rêya demokratîk. Her wiha tê maneya xespkirina destkeftiyên jinan. Tê maneya hedefgirtina pergala hevserokatiyê. Hevserokatî xeta me ya mor e.”    'POLÎTÎKAYA QEYÛMAN BERDEWAMA TECRÎDÊ YE’    Turkoglû destnîşan kir ku polîtîkayên qeyûm ji tecrîdê qut nîne û wiha axivî: "Israrkirina di şer de tê wateya israrkirina rejîma qeyûman. Dema me wekî HEDEP kongreya xwe li dar xist me peyam da cîhanê. Me got ji bo aştiyeke bi rûmet çi ji destên me bê em ê bikin. Ji bo em destkeftiyên jinan biparêzin em ê serhildana xwe xurt bikin. Yek ji qadên vê yekê jî rêveberiyên xweser in. Demokrasiya herêmî bi destên qeyûman tê xespkirin. Ger em dixwazin li dijî polîtîkayên şer polîtîkayên aştiyê têxin meriyetê divê em bi jin ciwan û gel re biaxivin. Em vê yekê jî dikarin li qadên rêveberiya xweser bikin. Ji Rojava heta Kurdistanê em hewl bidin vê yekê pêk bînin. Bi qayîman dixwazin fikir û paradîgmaya me têxin binê tecrîdê. Polîtîkayên qeyûm ji tecrîdê ne cihê ne. Em dizanin qeyûman ji me çi revandine. Paradîgmaya me ya netewa demokratîk heye. Em ê bi hev re têkoşîna xwe geş bikin. Bila rêya me vekirî be."   Piştî axaftina Turkoglû konferans ji çapemeniyê re girtî dewam kir.