Karkerên FEDAŞ’ê derketin ser avahî: Daxwazên me qebûl bikin 2023-10-20 10:55:15 DÊRSIM - Çalakiya karkerên FEDAŞ’ê di roja 73’yan de berdewam dike. Karker, derketin ser avahiya Ceyranê ya Firatê û pankarta “Daxwazên me qebûl bikin” vekirin.    Çalakiya karkerên Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Firat Aksayê (FEDAŞ) ya Dêrsimê li dijî heqdestê kêm û bêsîgorteyiyê daye destpêkirin di roja 73’yan de berdewam dike. Di roja 73’yan a çalakiyê de karker derketin ser avahiya Ceyranê ya Firatê ya li Taxa Sihenkê û pankarta “Aksa soza xwe bi cih bîne, daxwazên me qebûl bike” vekirin.    'AKSA SOZA XWE PÊK BÎNE’    Karkerên ku berxwedana xwe ya li ser banê avahiyê didomînin wiha gotin: “Heta ku karkerên FEDAŞ’ê yên ku şîrketa Aksayê ve bi awayekî derusûlî ji kar derxist bi awayekî bitemînat venegerin ser karên xwe, em ê berxwedana xwe ya li vê derê bidomînin. Bila li ser pariyê nanê me nedin zorê. Em îro tevî hevalên xwe ji bo nanê xwe li ser banî ne. Heta ku şîrket sozên xwe pêk tîne jî em ê ji vir neyên xwarê.”    Karkeran, dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kirin û berxwedana xwe didomînin.