Li dijî biryara beraetê ya di doza destdirêjiya li dijî zarokê de dê îtîraz were kirin 2023-10-20 10:59:52   SÊRT - Di doza destdirêjiya li dijî zarokê ya li navçeya Berwariyê de dadgehê ji bo bersûcan biryara beraetê da. Parêzer Zozan Akdogan bertek nîşanî biryarê da û got ku dê li dadgeha jor îtîraz bikin.    Li gundekî girêdayî navçeya Berwarî ya Sêrtê zarokeka 11 salî du salan bi awayekî sîstematîk rastî destdirêjiya xizmên xwe Huseyîn T. û Abdulhamît Ş. hat. Zarokê bûyer bi malbata xwe re parve kir û bûyer hat zanîn. Li ser vê yekê malbatê weke karê ewil ji bo Navenda Ragihandinê ya Serokkomariyê (CÎMER) daxwazname nivîsand. Piştre jî çûn qereqolê û giliyê faîlan kir. Piştî giliyê malbatê, di 8’ê mijdara 2022’yan de derheqê Huseyîn T. (63) û Abdulhamît Ş. (35) de lêpirsîn hate destpêkirin. Lê belê bi hinceta delîlên kêm biryara neşopandinê hate dayîn. Parêzeran jî li dijî biryara neşopandinê îtîraz kirin. Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê îtîraz qebûl kir û derheqê faîlan de îdianame amade kir.    Di vê pêvajoyê de, zaroka 11 salî li Wargeha Parastina Zarokan a girêdayî Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî hate bicihkirin.    Danişîna biryarê duh hate lidarxistin û dozger xwest Huseyîn T. bi sûcê “îstîsmara zayendî ya biwesf” û bersûc Abdulhamît Ş. jî bi sûcê “îstîsmara zayendî ya sivik” bên cezakirin. Lê belê dadgehê bi hinceta “delîl kêm in” ji bo her du bersûcan biryara beraetê da.    ‘DIVIYA BI AWAYEKÎ GIRTÎ BIHATINA DARIZANDIN’   Ji parêzerên dozê Zozan Akdogan diyar kir ku ji roja ewil heta niha bersûc bi awayekî negirtî tên darizandin û wiha got: “Di dozên ‘îstîsmara zayendî ya biwesf’ de divê bersûc bi awayekî girtî bên darizandin. Zarok, rastî îstîsmara zayendî ya sîstematîk a xizmên xwe hatiye. Piştî 2 salan mexdûrê bûyer bi xwişk-birayê xwe re parve kiriye. Piştre  li CÎMER’ê tê nivîsandin. Bûyer bi hêzên ewlekariyê re tê parvekirin. Lê belê bi sedema delîlên kêm biryara neşopandinê tê dayîn. Piştre jî malbat dîsa îtîraz dike û dîsa doz tê vekirin. Ji destpêkê bûyerê ve bersûc negirtî hatin darizandin. Ev yek bi serê xwe bêhiqûqtî ye. Pir girîng e ku di dosyayên îstîsmara zayendî de bersûc girtî bên darizandin.”    DÊ LI DIJÎ BIRYARÊ ÎTÎRAZ BIKIN   Akdogan, destnîşan kir ku dê li Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Amedê îtîraz bikin û li bendê ne ku biryar bê betalkirin. Akdogan, got ku di dozên bi vî rengî de biryarên beraetê wijdana gel diêşînin û banga hestiyariyê li raya giştî kir.