Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Yozgatê hatin îşkencekirin 2023-10-20 12:17:26   ENQERE - Li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa T a Yozgatê 5 girtiyên siyasî ji hêla gardiyanan ve hatin derbkirin û di hucreyên yekkesî de hatin ragirtin.    Li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa T a Yozgatê 5 girtiyên siyasî ji hêla gardiyanan ve hatin derbkirin. Girtiyê bi navê Şîrîn Gezen li ser telefonê îşkence bi malbata xwe re parve kir.    Gezen, diyar kir ku roja şemiyê saetên derengiya şevê de 25 gardiyanan bi ser qawîşa wan de girtine, derbasî cihê razanê bûne û ev der belav kirine.    HEQARET, ÇÊR Û DERB    Gezen, da zanîn ku li ser vê rewşê ji gardiyanan pirsa “Çi bû, hûn çima hatine?” kirine û ev agahî parve kir: “Ji me re gotin; ‘ma em ê ji we bipirsin!’ Piştre em derxistin korîdora qawîşê, ji pişt ve kelemçe kirin û li erdê dirêj kirin. Di vê navberê de heqaret û çêr li me kirin. Me jî bertek nîşan dan. Li ser vê yekê em derb kirin. Heqaret, çêr û tundî heta demekî dirêj berdewam kirin. Piştre jî em 2 rojan di hucreyên yekkesî de hatin ragirtin.”    ‘DIBE KU DÎSA DUBARE BIBE’   Piştî agahiyên Gezen, malbata wî ji bo piştgiriya hiqûqî serî li Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Enqereyê da. Li ser vê yekê endamê Şaxa OHD’a Enqereyê Kenan Maçoglû ji bo hevdîtina bi girtiyan re çû girtîgehê. Maçoglû ji girtiyan piştrast kir ku hatine îşkencekirin.  Maçoglû, da zanîn ku girtî bifikar in ku dîsa rastî heman îşkenceyê bên.    DERHEQÊ GIRTIYÊN HATINE ÎŞKENCEKIRIN DE LÊPIRSÎN HATE DESTPÊKIRIN    Maçoglû, da zanîn ku têkildarî bûyerê xwest bi midûrê girtîgehê re hevdîtinê bike û ev agahî parve kir: “Lê gotin; ‘midûrê girtîgehê tune ye.’ Memûrê berpirsyar hem derheqê gardiyanan de hem jî derheqê girtiyên hatine îşkencekirin de lêpirsîna edlî û îdarî daye destpêkirin. Di heman demê de derheqê girtiyan de lêpirsîna disiplînê hate destpêkirin.”