ÎHD’ê ji NY’ê re name şand: Pêdiviya mirovahiyê bi aştiyê heye 2023-10-20 13:48:27 NAVENDA NÛÇEYAN - ÎHD’ê ji bo sekinandina şer li gelek bajaran bo NY’ê name şand û got: “Divê li seranserî cîhanê dengê aştiyê bilind bibe. Weke mirovahiyê pêdiviya me bi vê heye.”    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di serî de li Rojhilata Navîn, ji bo sekinandina şer û pevçûnên li gelek deverên cîhanê ji Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) re name şand.    ENQERE    Şaxa ÎHD’a Enqereyê li avahiya xwe daxuyanî da û naveroka nameyê parve kir. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Enqereyê Omer Faruk Yazmaci bal kişand ser nameyê û got ku li gelek deverên cîhanê şer û pevçûn diqewimin. Yazmaci, axaftina xwe wiha domand: “Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ji bo pêşîlêgirtina şer û gefên li ser aştiyê û pêşxistina têkiliyên dostane yên di navbera welatan de hatiye avakirin. Di serdemeke ku şer û pevçûn ewqas diqewimin de mixabin NY neketiye nava hewldanên têrker. Bi taybet jî li Rojhilata Navîn şer û pevçûnên dijwar hene. Lewma weke gelên li vê herêmê dijîn em di nava êşên mezin de ne û windahiyên me pir in. Şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de di rojên dawî de gihiştiye astekî xeternak. Her wiha sûcên li dijî mirovahiyê yên pir mezin tên kirin.    Di şer de sivîl tên qetilkirin. Li Ûkraynayê, Rojava, Filistîn û Îsraîlê ziyanên mezin digihin sivîlan. Mixabin NY di mudaxilekirina van şer û pevçûnan de pir lawaz e. Li van erdnîgariyên şer û pevçûn lê diqewimin de nîjadperestî û neteweperestî zêde dibe û bi xwe re talûkeyê tîne. Lewma pêdiviya bi mudaxileya aştiyane pir girîng e.    Divê dengê aştiya cîhanê bilindtir bibe. Pêdiviya tevahiya mirovahiyê bi vê heye. Çareseriya aştiyane ya hemû pirsgirêkan heye. Lewma banga me li NY’ê ew e ku tavilê mudaxileyî şerê di navbera Îsraîl û Filistînê de bike. Her wiha divê NY wekî hev nêzî hemû şerên li her deverên cîhanê bibe û dengê aştiyê bilindtir bike. Deng û daxwaza aştiyê bilindtir bikin.”    ÎHD’iyan piştre jî li Postaxaneya Yenîşehîrê ya li Kizilayê name şandin.    LI GELEK BAJARAN NAME HATIN ŞANDIN    Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî li avahiya xwe daxuyanî da. Daxuyanî ji hêla Hevserokê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Alî Aydin ve hate xwendin. Piştre jî endamên ÎHD’ê li postaxaneya li Konakê name ji NY’ê re şandin.    Di heman demê de şaxên ÎHD’ê yên Riha, Edene, Mêrsîn, Şirnex, Êlih û Amedê jî daxuyanî dan û piştre ji NY’ê re name şandin.