Ji bo rojnamevan Salaz mewlûd hat dayîn 2023-10-20 15:27:54   WAN - Ji bo rojnamevan Necmedîn Salaz ê ku jiyana xwe ji dest dabû, mewlûd hat dayîn.    Ji bo rojnamevan Necmedîn Salaz ê ku di 14’ê cotmehê de li nexweşxaneyek Silêmaniyê jiyana xwe ji dest dabû, li Mala Şînê ya Mizgefta Hayretiye ya li Rêya Armûşa Wanê mewlûd hat dayîn. Hevserokên HEDEP’ê, HDP’ê, DBP’ê û rêveberên van partiyan, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî mewlûdê bûn.    Hevserokê HDP’a Wanê Fîkret Dogan di mewlûdê de axivî û destnîşan kir ku hevrêyê wan Necmedîn heta nefesa xwe ya dawî li cem têkoşîna gelê xwe ya mafdar cih girt û ew ê her tim bi têkoşîn û rewşenbîriya Necmedîn Salaz serbilind bin û têkoşîn û daxwazên wî bicih bînin.    Şîna ji bo Salaz hatibû dayîn îro bi dayîna mewlûdê re bi dawî bû.