Rojnamevan Kaygusuz hat binçavkirin 2023-10-20 15:34:05   ÊLIH - Rojnamevan Selahattîn Kaygusz li Êlihê di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin.    Rojnamevan Selahattîn Kaygusuz vê sibehê di serdegirtina mala xwe ya li taxa Kulturêy a Êlihê hat binçavkirin. Polîsan bi ser mala Kaygusuz de girt û lêgerîn pêk anîn. Piştre jî Kaygusz kirin binçavan. Di çarçoveya beyanên Umît Akbiyik de der barê Kaygusuz de biryara binçavkirinê hatibû derxistin. Hat zanîn ku Kaygusuz birine Fermandariya Leşkeriyê ya Êlihê.