Li Wanê erdhej çêbû 2023-10-21 08:46:50 WAN – AFAD’ê ragihand ku li navçeya Tûşbayê bi pileya 4’ê li erdhejek pêk hatiye.    Daîreya Erdhejê ya Serokatiya Rêvewberiya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) ragihand ku vê sibehê saet di 08.05’an de li navçeya Tûşbaya Wanê bi pileya 4 erdhejek çêbûye. Erdhej li Gola Wanê çêbûye û 12.82 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.