Hevseroka PYD'ê ya Girkê Legê: Em bêav û bênan jî bimînin em ê li ber xwe bidin 2023-10-21 09:03:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka PYD'ê ya Girkê Legê Eyhan Mûrad, diyar kir ku armanca êrîşên dewleta tirk a li dijî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêîradekirina Rêveberiya Xweser e û got: "Em bêav, bêceyran û bênan jî bimînin em ê li ber xwe bidin û axa xwe terik nekin."    Di 1'ê cotmehê de li dijî Miduriyeta Polîsan a Enqereyê ya Wezareta Karên Hundirin çalakiyek pêk hat. Piştî vê çalakiyê dewleta tirk gefên êrişê li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwarin. Dû re dewleta tirk di 4'ê cotmehê de êrîşên hewayî li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan destpêkirin. Di êrîşan de îstasyonên petrolê, avê, ceyran û depoyên genim, nexweşxane û dibistan hatin hedef girtin. Li gorî bîlançoya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi raya giştî parve kirî re dewleta tirk ji 4'ê cotmehê heta 9'ê Cotmehê 580 êrişên hewayî ji Dêrikê heta Şehbayê pêk anîn. Di van êrîşan de 44 welatiyan jiyana xwe ji dest da û 55 jî birîndar bûn. Êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava berdewam dikin. Li dijî êrîşan bertek jî berdewam dikin. Hevseroka Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) a Girkê Legê Eyhan Murad û ji Komîteya Lihevhatinê ya Giştî ya Girkê Legê Esmer Murad êrişên dewleta tirk nirxandin.    Hevseroka PYD'ê ya Girkê Legê Eyhan Murad, diyar kir ku bi felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li herêmê serdemeke nû dest pê kir û anî ziman ku weke gelê Rojava û Bakur û Rojhilatê Suriyeyê êrîşên dewleta tirk ên tên kirin şermezar dikin.    'ÊRÎŞ LI DIJÎ FIKIR Û FELSEFEYA AZAD E'   Murad, bi lêv kir ku felsefeya Ocalan li dijî zilm û zordestiyê bûye mertal û wiha got: "Em bi gotinan nikarin zilm û zordariya ku hatiye serê vî gelî bînin ziman. Ji ber wê desthilatdaran xwest ku Rêber Apo ji holê rakin. Pergala zilmê ya ku li ser civakê dihat meşandin bi rêber Apo kete aliyekî. Êdî civakê hêdî hêdî xwe bi xwe birêvebir. Ji ber wê xwestin ku vê fikra azad ji civak û gelan dûr bikin. Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de her peyameke Rêber Apo ji bo hemû pêkhateyan girîng e. Ji bo avakirina projeya netewa demokratîk şoreşa Rojava girîng bû. Heke ku em îro felsefeya Rêber Apo nekin nav nîqaşên xwe em ê wateya wê jî nizanibin. Em ê nikaribin wê berxwedan û tekoşînê di dîrokê de bibînin. Êrişên dewleta tirk li dijî van fikr û felsefeya azad e. Ji ber wê em dibînin projeya herî serkeftiye Rojava."   'BÊAV Û BÊNAN JÎ BIMÎNÎN EM Ê LI BER XWE BIDIN'   Eyhan Murad a bal kişand li ser êrîşên dewleta tirk, anî ziman ku armanc belavkirina tifaqa gelên Rojavayê Kurdistanê ye û wiha domand: "Êrişên ku li ser vê axê tên kirin li dijî projeya netewa demokratîk e. Ev êriş li dijî îradeya gelan û tifaqa gelan e. Ji ber wê îro êrîşên xwe zêde dikin û careke din dixwazin ku vî gelî perçe bikin û careke din dixwazin ku ferq û cudahiyê bixin navbera gelên ereb, kurd û suryanan. Dixwazin gelên vê derê ji vê îradeyê, berxwedanê û daxwaza azadiyê dûr bixin.    Kantona Efrînê dagir kirin, bajarên Serêkanî û Girêspî hatin dagirkirin. Berxwedaneke mezin li wir hate nîşandan. Lê ev berxwedan hêj berdewam dikin. Em ê her bihostek axa me ya ku hatiye dagirkirin rizgar bikin. Dewleta tirk çiqasî axa me dagir kir, guhertina demografî çêkir jî ji vê têr nebû û êrîşên xwe zêdetir kirin. Nikare gelên Rojava ji Rojava derbixîne. Îro tecrîta li ser greva Îmraliyê jî bi van êrîşan ve girêdayî ye. Bi tecrîdê nikarîn me û Rêber Apo ji hev qut bikin. Ji ber wê îro êrîşî çavkaniyên me yên jiyanê dikin. Dixwazin ku îradeya Rêveberiya Xweser bişkînin. Lê gelê herêmê û gelê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe ve dê girêdayî îradeya xwe ya Rêveberiya Xweser be. Em çiqasî bêav jî bimînin, bêceyran û bênan jî bimînin em ê li ber xwe bidin. Berxwedan jiyan e. An azadî an azadî. Em ê tu carî vê axê terik nekin. Heke ku bi me jinan tenê jî mabe em ê vî welatî xelas bikin. Rêber Apo Şoreşa Rojava bi şoreşa jinê daye naskirin em ê weke jinan li ser piyan bin. An em ê di vî welatî de bişeref bimirin yan jî em ê di vî welatî de azad bijin."   'AN DÊ HELWESTA XWE ZELAL BIKIN AN JÎ DÊ CIHÊ WAN LI GEL ME NEBE'   Murad, helwesta hêzên koalîsyonê ya li dijî êrîşên dewleta tirk rexne kir û wiha lê zêde kir: "Êrişên di bin çavdêriya hêzên navnetewî de tên kirin şik û gumanan di me de çêdikin. Ew jî şirîkên van êrîşan e. Em êdî qebûl nakin. Heke ku destê aşitiyê li me dirêj bikin û bibêjin ku em dostên hev in û em ê bi we re dawiyê li komên çeteyan bînin bila helwesta xwe zelal bikin. Heke ku di helwestê de guman hebin em ê qebûl nekin. Cihê ku bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin ev helwest nayê qebûlkirin.Yan dê helwesta xwe zelal bikin yan jî dê cihê wan li cem me nebe. Îradeya me ji hêza wan xurttir e."   'HÊZÊN KOALÎSYONÊ JI BO ME ÇI DIKIN?'    Ji komîteya Lihevhatinê ya Giştî ya Girkê Legê Esmer Murad jî bertek nîşanî êrîşên hewayî yên dewleta tirk dan û got ku heke hêzên koalîsyonê li dijî sûcê şer erka xwe pêk neyîne tu wateya hebûna wan a li herêmê nîne û wiha axivî: "Dewleta tirk mirovahiyê nas nake. Dinya alêm dibîne ku îro dewleta tirk komkujiyan dike. Ji zarokan, jinan, heywanan û heta welatiyên di nava malê xwe de û zeviyên xwe pêwîstiyên xwe yên malê pêk tîne jî hedef digire û dikuje. Pêwîstiya vî gelî bi avê, ceyranê û gazê heye û ev hemû tunekirin, wêran kirin.    BI DAYIKAN MABE EM Ê YEK ÇETE LI SER AXA XWE NEHÊLIN    Di destpêka Şoreşa Rojava de û heta niha li vir di nava gel de tifaqî çêbûye. Dixwaze ku me û pêkhateyên ereb bike dijminê hev. Ji destpêka Rojava heta niha êrîşên wan ên hewayî nesekinîne. Li ser her qadeke me êriş hene. Tişta ku jê tê dike. Ji ber wê em jin dibêjin dem dema şoreşa Rojava ya ku bi şoreşa jinê hatiye binavkirine. Banga me ji hemû jin û ciwanan re ye em li dijî faşîzma Erdogan bisekinin û êrîşên wî têk bibin. Heta ku em çeteyên Erdogan ji vir dernexînin em ê dev ji berxwedana xwe bernedin. Em ê li ser piyan bin, çimkî me sondxwari ye. Îro dem dema me ye. Em koletiyê, zilm û zordariyê qebûl nakin. Banga me ji hêzên koalîsyonê ye ku çima bêdengin û guhên xwe girtine? Îro di welatê me de komkujî çêdibe, xwîn diherike komeleyên mafên mirovan, hêzên koalîsyonê ji bo me çi dikin? Feydeya wan li me nîne lê ya me bi wan heye. Çavên xwe ji mirovahiyê re girtine. Ev hêzên koalîsyonê jî şirîkên Erdogan in, hevalbendên Erdogan in. Hûn durûtiyê dikin. Dibe ku ew bi xwe jî ferman didin û noqteyên me ew ji wan re tespît dikin. Ev hêzên koalîsyonê çi dikin li vir? Dibêjin em mafên mirovan diparêzin, îro li welatê me xwîn diherike, komkujî çêdibe çima bêdeng in? Nema sebra me. Bi me dayikan mabe em ê li ser piyan bin û em ê yek çete li ser axa xwe nehêlin."