Ji ber wergêrê kurdî tune bû nehat muayenekirin 2023-10-21 09:06:19   STENBOL - Li Stenbolê Karakiz Baymaz a 84 salî, ji bo dermankirinê çû nexweşxaneyê, lê ji ber ku wergêrê kurdî tune bû nehat muayenekirin.    Li Stenbolê Karakiz Baymaz a 84 salî ji ber nexweşînên xwe di 18'ê cotmehê de çû Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Fatîh Sûltan Mehmetê ya li navçeya Fatîhê. Hat îdiakirin ku Baymaz ku çû polîklînîka psîkyatriyê ya nexweşxaneyê, ji ber ku bi tirkî nizanibûye nehatiye muayenekirin. Osman Nûrî Baymaz ku bi dayika xwe re çû nexweşxaneyê, tiştên qewimîn ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegot.   WERGÊRIYA KURÊ WÊ NEHAT QEBÛLKIRIN   Osman Nûrî Baymaz bilêv kir ku li polîklînîkê diya wî nerihetiya xwe aniye ziman lê bijîşk doza wergêrekî sondxwarî kiriye. Baymaz ragihand ku li ser vê ji bijîşk re gotiye ew dikare gotinên dêya xwe wergerîne, lê belê bijîşk qebûl nekiriye û wiha axivî: "Got, heya wergêrekî sondxwarî tune be dê derman neke. Lê min kir nekir wergêriya min qebûl nekir. Ji ber vê em û bijîşk ketin qirika hev. Min jî daxwaznameyek da serbijîşk û giliyê wî bijîşkî kir."        JI BO NEXWEŞA KURD WERGÊRÊ EREB!   Baymaz anî ziman ku paşê ji rêveberiya nexweşxaneyê doza wergêrekî kurdî kirine, lê belê wergêrekî sondxwarî yê bi erebî zanibû şandine. Baymaz destnîşan kir ku diya wî bêyî bê muayenekirin vegeriyaye malê û got: "Diya min pir nexweş e, lê nehat dermankirin. Ev binpêkirina mafê mirovan e. Wan sonda hîpokratê xwariye. Bila li gor sonda xwe tevbigerin."    NEXWEŞXANEYÊ ÎDIAYÊ PIŞTRRAST KIR   Têkildarî mijarê em li Yekeya Mafên Nexweşan a nexweşxaneyê geriyan. Xebatkarê vê yekê îdiaya navborî piştrast kir. Xebatkarê yekeyê destnîşan kir ku di beşa psîkyatrîstiyê de rapora "hişê wî/ê li serê wî/wê ye" tê xwestin û ji ber vê ne rast e ku kesekî ji rêzê rabe wergêriyê bike. Xebatkarê yekeyê diyar kir ku di demên dawî de ji ber ku nifûsa sûriyeyiyan zêde bûye wergêrê erebî hene, lê wergêrê bi kurdî tune ne. Xebatkarê nexweşxaneyê bilêv kir ku divê wergêrê kurdî ji Wezareta Tenduristiyê bê xwestin.    MA / Omer Îbrahîmoglû