Li Îmraliyê cezayekî 'dîsiplînê' yê nû 2023-10-21 09:31:06   STENBOL - Cezayekî din ê "dîsiplînê" li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat birîn ku ev ceza hevdîtina bi malbatê re asteng dikin. Daxwaza parêzeran a ji bo mînaka dosyeyê, ji aliyê dadgeriyê ve bi hinceta "dê di çapemeniyê de belav bibe" hat redkirin.    Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji bo malbat bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên di Girtîgeha Îmraliyê de bikin, di 10'ê Cotmehê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan.    Parêzeran di serlêdana xwe de xwestin ku malbat hevdîtin bi muwekîlên wan re bikin û ger hebe "cezayekî dîsiplînê" yê nû mînaka dosyeya lêpirsînê bê dayîn û ger "cezayekî" nû hebe divê bê betalkirin.    'CEZAYEKÎ DIN Ê DÎSÎPLÎNÊ'   Dadgeriya Înfazê di 13'ê Cotmehê de bersiva serlêdana parêzeran da û got ku der barê Abdullah Ocalan û girtiyên din de "cezayekî dîsiplînê" yê nû heye. Lê belê nehat gotin ku bê ev "cezayê dîsiplînê" kengî hatiye dayîn.    Dadgeriyê ku hemû daxwazên parêzeran red kir, daxwaza parêzeran a ji bo mînaka dosyeyê jî bi hinceta ku dê "di çapemeniyê de belav bibe" red kir.    MA / Ergîn Çaglar