Li Manîsayê 350 karker ji xwarinê jehrî bûn 2023-10-21 10:09:10   MANÎSA - Li navçeyên cuda yên Manîsayê 350 karkerên li fabrîkayan dixebitin ji xwarinê jehrî bûn û çûn nexweşxaneyan. Tedawiya 29 karkeran li nexweşxaneyê dewam dike.    Li navçeyên cuda yên bajarê Manîsayê 350 karkerên di fabrîkayan de dixebitin, piştî xwarin xwarine, madê wan li hev ketiye, vereşiyan e, laşê wan sicirî ye, li wan sar bûye û bêhal ketine. Karkeran bi van gazinan serî li nexweşxaneyan dane. Hat zanîn ku ji karkerên çûne nexweşxaneyan 321 karker ji nexweşxaneyan hatine derxistin û tedawiya 29 karkeran hê jî dewam dike.    Walîtiya Manîsayê têkildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir ku tê texmînkirin ku bûyer ji ber firmaya xwarinê ku belav dike pêk hatiye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr ji av û xwarinê nimûne girtiye û kesek wê jiyana wî/wê di metirsiyê de be nîne û der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.