Di çalakiya Dayikên Şemiyê de 26 kes hatin binçavkirin 2023-10-21 13:40:03   STENBOL - Dayikên Şemiyê ku bi daxwaza li aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin xwestin di hefteya 969’emîn de biçin Qada Galatasarayê lê dîsa wek her hefte hatin binçavkirin.    Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin û faîl bên dîtin û darizandin, di hefteya 969’emîn de li hev kom bûn û xwestin li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar bixin. Heberdevkê Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) û parlamenterê HEDEP’ê Cengîz Çîçek, parlamenterên HEDEP’ê Celal Firat, Ozgul Sakî, Seroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.    Cadeya Îstîklalê û hemû kuçeyên ku derdikevin Qada Galatasarayê ji aliyê polîsan ve hatin girtin. Girseya Dayikên Şemiyê ku xwest li biçe qadê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan tevî biryara “binpêkirinê” ya Dadgeha Mafê Mirovan (AYM) jî biryara “qedexeyê” ya Qeymeqamiya Beyoglûyê hincet nîşan dan û çalakiya dayikan asteng kirin. Girse demek dirêj di dorpêça polîsan da ma. Rojnamevanên xwestin dîmen û wêneyên dorpêçê bigirin jî ji wir hatin dûrxistin.    ‘ASTENGKIRIN SÛCÊ DESTÛRA BINGEHÎN E’    Parlamenterên HEDEP’ê nerazîbûn nîşanî polîan dan û destnîşan kirin ku astengkirin û qedexeya Dayikên Şemiyê sûcek destûra bingehîn e û ew ê her kêlî li cem Dayikên Şemiyê bin.    Dayikên Şemiyê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal nerazîbûn nîşanî polîsan dan û wiha hat gotin: “Mertalan têr nekir, vê carê jî bi wesayîtên binçavkirinê hevalên me dorpêç kirin. Kes nikare şahidiya tiştên di dorpêçê de diqewimin bike. Em bi fikar in.”    26 BINÇAVKIRIN    Polîsan 26 dayik û parêzvanên mafê mirovan ji pişt ve kelemçe kir û wan xistin binçavan.