Rewşa girtiyê nexweş ê pençeşêr pê re heye û ji sedî 80 astengdar e giran dibe 2023-10-22 09:05:19 WAN - Delîl Bozkûrt ê 21 salî ku nexweşîna pençeşêrê pê re heye û ji sedî 80 astengdar e, piştî Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ew hedef nîşan da hate girtin. Dayika wî diyar kir ku nexweşî li tevahiya laşê wî belav bûye û xwest kurê wê bê berdan.  Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di 8'ê îlonê de 4 ciwan hatibûn binçavkirin. Piştî binçavkirinê Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal ew hedef nîşan dabû. Bi vê re ji her 4 ciwanan 3 kes bi "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin. Ji ciwanên hatin girtin yek jê jî Delîl Bozkûrt ê 21 salî bû. Bozkûrt ji sedî 80 astengdar e û nexweşîna pençeşêrê lê peyde bûye.    Hat hînkirin ku Bozkûrt 5 sal in ji ber pençeşêrê tê dermankirin. Bozkûrt ku du roj berê sewqî Navenda Tibê ya Dûrsûn Odabaşiyê hat kirin, piştî dermankirinê car din sewqî girtîgehê hat kirin. Hat diyarkirin ku nexweşîn li tevahiya laşê Bozkûrt belav bûye.    Dayika wî Akîsa Bozkûrtê bilêv kir ku dê kurê wê nikaribe li girtîgehê jiyana xwe bidomîne û xwest bê berdan.    LI TEVAHIYA LAŞÊ WÎ BELAV BÛYE'   Dayik Bozkûrt anî ziman ku gava kurê wê li derve bûye jî nikaribûye bi tena serê xwe li xwe mêze bike û got: "Du roj berê ez çûm girtîgehê cem wî. Ji min re got rewşa wî qet nebaş e û ew rakirine nexweşxaneyê. Nikaribû li ser pêyan jî bisekine. Her ku diçe tenduristiya kurê min xirabtir dibe. Kurê min nikare di girtîgehê de bimîne, ji lew re her ku diçe nexweşîna wî girantir dibe. Em nizanin ka dermanên wî didinê yan na. Herî dawî gava min ew dît, nexweşîn li tevahiya laşê wî belav bûbû. Demildest divê kurê min bê berdan."   Dayik Bozkûrtê bang li rayedaran kir ku kurê wê bê berdan û ji rêxistinên mafên mirovan jî xwest ku ji bo vê tevbigerin.