Di kongreya DBP’ê de ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang hate kirin 2023-10-22 11:45:18 AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz di kongreya partiya xwe ya Amedê de bang li hemû rewşenbîr û nivîskaran kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bikevin nava liv û tevgerê.  Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) a Amedê li eywaneke dawetan a li bajar 7’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Pankartên “Bi civaka rêxistinkirî ber bi jiyana azad ve”, “Ji şer re na, aştî hema niha”, “Hûn nikarin roja me tarî bikin” û alayên DBP’ê li eywana kongreyê hatin daliqandin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, partiyên Tifaqa Kurdistanî û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li kongreyê bûn. Di kongreyê de ji ewil ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn rêz hate girtin û piştre endamên dîwanê hatin hilbijartin.    Ciwan û welatiyên ku beriya kongreyê govend gerandin, Sirûda Çerxa Şoreşê gotin û gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin.    TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê yê berê Hasan Ozguneş li ser navê dîwanê axivî û beşdar silav kir. Ozguneş, diyar kir ku niha navenda wê Kurdistan li Rojhilata Navîn Şerê Sêyemîn ê Cîhanê diqewime û rizgariya Kurdistan û Tirkiyeyê jî bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêkan e ku niha li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîdê de tê ragirtin.    KURD ÇIMA DI HEDEFÊ DE NE?    Piştre jî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz axivî û beşdar silav kir. Aydenîz, bal kişand ser girîngiya kongreyê ya di demekî ku zext zêde hene de. Aydenîz, ev tişt anî ziman: “Em di serdemekî krîtîk de ne. Dê xwebirêxistinkirina me ya li dijî zext, êriş û zordariyê bidome. Hêzên kapîtalîst niha li Rojhilata Navîn Şerê Sêyemîn ê Cîhanê dikin. Li dijî krîz û aloziya ku pergala kapîtalîst afirandiye, gelê kurd pergala xwe ava dike lewma hîn bêhtir rastî erişan tê.”    ‘TIRKIYE BI ROLA ÎSRAÎLÊ RADIBE’   Bi domdarî Aydenîz got ku heman êrişên Îsraîl li Filistînê dike, Tirkiye jî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yên ku ji bo Filistînê dengê xwe derdixînin, li dijî êrişên ser Rojava bêdeng in. Ev kes, durûtiyê dikin. Şerê îro li Rojava tê kirin, şerê di navbera modornîteya kapîtalîst û modernîteya demokratîk de ye. Li dijî pergala bi pêşengtiya jinan li Rojava hatiye avakirin êriş hene. Dewleta tirk îro lki ser xaka Kurdistanê bi rola Îsraîlê radibe. Em van êrişan şermezar dikin.   GIRTÎGEH NEHATIN JIBÎRKIRIN    Em her roj bi operasyonên qirkirina siyasî yên nû hişyar dibin. Li girtîgehan binpêkirinên mezin hene. Em, hemû girtiyên li dijî van binpêkirinan li ber xwe didin silav dikin. Hewl didin bi polîtîkayên tecrîdê, girtîgehan veguherînin malên îşkence û mirinê.    JI BO AZADIYA ABDULLAH OCALAN BANG KIR    Azadî û demokrasiya li Rojhilata Navîn û Kurdistanê bi aştiyeke birûmet pêkan e. Nifteya vê jî di destê birêz Abdullah Ocalan de ye. Di serî de rewşenbîr û nivîskar, banga me li her kesî ew e ku li dijî tecrîda li Îmraliyê bikevin nava liv û tevgerê. Divê hemû kes ji bo azadiya birêz Ocalan li ser pêya be. Em jî dê li ser pêyan bin. Divê birêz Ocalan bikare ji bo aştiyeke birûmet bi rola xwe rabe. Ji bo vê jî divê tecrîd were rakirin.”    Aydenîz, bal kişand ser girîngiya Rêya Sêyemîn û got ku dê ji bo serkeftina di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de têbikoşin. Aydenîz, spasiya rêveberiya berê kir û ji bo rêveberiya nû jî daxwaza serkeftinê kir.    Piştî axafinan, raporên darayî û xebatan hatin xwendin. Piştre jî Sûltan Yaray û Mehmet Şîrîn Gurbuz weke Hevserokên DBP’a Amedê hatin hilbijartin.