Li Wanê qezaya trênê: Şivanek bi giranî birîndar bû 2023-10-22 16:31:21   WAN - Li Wanê trênê li birê pezî û şivanê wan Farûk Kalçik da. Di qezayê de Kalçik bi giranî birîndar bû.    Li Taxa Yalinagac a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê trênê li birê pezî û şivanê wan Farûk Kalçik da. Li gorî agahiyan; hişyarî di dema xwe de nehate kirin û dema Kalçik hewl da birê pezî ji trênê xelas bike bi giranî birîndar bû. Komên tenduristiyê yên li cihê bûyerê hatin veguhestin, Kalçik rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêma Wanê. Tedawiya Kalçik didome.    Hat zanîn ku di qezayê de 50 mih jî mirin.